13:58 25 Nîsan 2018
    êzidî - jin - komkujî - qetliyam

    Lahey ji ber hikûmeta Iraqê komkujiya Şingalê lêkolîn nake

    © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dadgeha Tawanên Dijî Mirovan a Navnetewî ya Lahayê ji ber endam nebûna Iraqê li Laheyê nikare li ser komkujiya Şingalê lêkolînê bike.

    Şêwirmendê yasayan ê Komela Qurbaniyên Kîmyabarana Helebçê Aware Husên ragihand, ji ber endamnebûna Iraqê li dadgeha Laheyê deshilata yasayî rê nade wan ku li ser komkujiya Şingalê lêkolînê bikin û bidin pejirandin.

    DADGEHA LAHEY HELWESTA XWE EŞKERE KIR

    Aware Husên ji BasNewsê re li ser beşdarbûna xwe ya civîna 17ê Mijdarê li dadgeha Lahey a li Hollandayê axivî:

    "Serdozgerê Dadgeha Tawanên Navnetewî yên Dijî Mirovan (Dadgeha Lahey) Fatou Bensouda, li bajarê Laheya Hollandê roja 17.11.2016 civînek 2 demjimêrî li gel rêxistina hevpeymaniya dadgeha Laheyê û nûnerê netewên ku hatine komkujî kirin pêk anî û tê de helwesta dadgeha Lahey li ser rewşa tevkujîya Şingalê eşkere kir."

    MAFÊ YASAYÎ YÊ LÊKOLÎNÊ TUNE YE

    Husên da zanîn, serokê dadgeha Lahey bi eşker ji wan re gotiye ku bi sedema endam nebûna Iraqê li dadgeha Laheyê desthilata yasayî wî mafî nade lêkolînê li ser komkujî û karesata Şingalê bikin.

    Aware Husên got, "Daxwaza min ji serokê serdozgerê giştî heye ku yasaya dadgehê sererast bike da ku em tawanên wan dewletên ne endamên dadgehê ne jî bibînin. Serokê Giştî yê Dadgehê ji me re gotiyê, em ê di civîna pêş me de ji bo wê hewla xwe bidin."

    Bi heman mijarî:

    ŞENGAL - Pêşmerge terorîstên DAIŞê topbaran dike
    ŞENGAL - DAIŞê bi 3 otomobîlan êriş kir; 12 kuştî
    ŞENGAL - Şerê bi top û tankan dest pê kir!
    Dosyaya komkujiya Helebçe wê biçe NYê
    Balûken: Dibe ku Tirkiye di Dîwana Dadgerî ya Lahey de bê dadgehkirin
    Etîketan:
    Jenosîda êzidiyan, Dadgeha Sizayên Navnetewî Lahey, Komkujî, Tevkujiya Şingalê, Karesata Şingalê, Şingal, Êzidî, Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de