01:01 23 Çile 2018
Zindî
    Rojnamevan

    2 rojnamevanên swêdî ku li Amedê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

    © AFP 2018/ MUSTAFA OZER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku 2 rojnamevanên swêdî li navçeya Yenişehira Amedê ji ber ku wêneyên herêma leşkerî girtine hatin binçavkirin, lê piştî demekê rojnamevan serbest hatin berdan.

    Hat ragihandin ku 2 rojnamevanên swêdî li navçeya Yenişehira Amedê ji ber ku wêneyên herêma leşkerî girtine hatin binçavkirin, piştî demekê rojnamevan serbest hatin berdan.

    2 rojnamevanên swêdî li navçeya Yenîşehîra Amedê bi hinceta ku dîmenên herêma leşkerî ku nêzikê otela wan girtine ji aliyê polêsên dijterorê ve hatin binçavkirin. Polêsan piştî îfadeya herdu rojnamevanan li Midûriyeta Şaxa Dijterorê girtin rojnamevan birin Midûriyeta Şaxa Biyaniyan.

    Rojnamevanên ku di kanaleke swêdî de dixebitin L.N.B û R.A.S li navçeya Yenişehira Amedê li otelekê diman. Rojnamevanan ji bo ku li nêzî otelê dîmênên herêma Fermandariya Artêşa 7emîn girtine ji terefê polêsên dijterorê ve hatin binçavkirin. Piştî îfadeya midûriyeta dijterorê herdu rojnamevan birin Midûriyeta Şaxa Biyanî ya girêdayî Midûriyeta Ewlehî ya Amedê û piştî demekê rojnamevanên swêdî serbest hatin berdan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevan Sanri: Deshilatiya Komarîyan ji bo Kurdan derfet e
    Di operasyona Mûsilê de 2 rojnamevan hatin kuştin 14 jî birîndar bûn
    4 rojnamevan û wênegir di şerê Mûsilê de birîndar bûn
    Bi sedan rojnamevan derbasî sengerên Mûsilê bûn
    Rojnamevan Kizilkaya: "Li Girtîgeha Silivriyê îşkence li min kirin"
    Etîketan:
    Fermandariya Artêşa 7emîn, Du rojnamevanên swêdî hatin binçavkirin, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de