02:44 19 Çile 2018
Zindî
    Li navçeya Şêrwanê ya Sêrtê di kana madena sifirînê de hezaz çêbû

    ‘Hezaz ji ber teqandina mayinan çêbû'

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 0 0

    Ji bo hezaza kana madenê Walîtiya Sêrtê daxuyanî da û got ku ji ber barana zêde çêbûye. Lê Serokê IHD a Sêrtê Zana Aksu dibêje ku ji ber teqandina mayinan pêk hatiye û tedbîrên ewlekariyê û yên kar li kanê nehabûn standin.

    Duh di saetên êvarê de li gundê Madenê yê navçeya Şêrwanê ya Sêrtê di kanek madenê ya sifirînê  de hezaz çêbû. Li gorî zanyariyên destpêkê bi dehan kes di bin hezazê de mabûn. Piştî ku agahî belav bû, saziyên rizgarkirinê dest bi xebatê kirin û hate zanîn ku 16 kes di bin hezazê de mane. Di encama xebata destpêkê de termê 3 kesan hatin derxistin lê 13 kesên din di bin kevir û beran de nehatine derxistin.

    IHDÊ RAPORTEK AMADE KIRIYE

    Kana madenê ji hêla şîrketa Cinerê ve di sala 2004an de hatiye vekirin. Di sala 2010an de gundiyan serî li Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a Sêrtê dane û ji bo girtina kanê daxwaza alîkariyê kirine. Komeleyê di 12ê Cotmeha 2010an de şandeyek avakiriye û derbarê vê kanê de raportek amade kiriye.

    Serokê IHD a Sêrtê Zana Aksu yek ji wan kesên di şandeyê de cî girtiye ji Sputnik Kurdistanê re behsa bûyera hezazê û raportê kir.

    Aksu diyar dike ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ne zêde ne, ji ber ku ihtimala hezazê heye. Ekîbên rizgarkirinê bi vê sedemê bi tedbîr kar dikin û hêdî hêdî bi pêş ve diçin.

    WALIYÊ SÊRTÊ: BARAN BÛYE SEDEM

    Walîtiya Sêrtê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ji ber barana zêde hezaz çêbûye. Lê Zana Aksu tevlî vê daxuyaniyê nabe û dibêje ku hezaz ji ber bikaranîna mayînan çêbûye. Aksu destnîşan dike ku herçiqasî di kanên madenê de bikaranîna mayinan qedexe be jî, şîrketên mayin bikar aniye ev bûyer pêk hatiye.

    Aksû derbarê vê îdiaya xwe de van tiştan dibêje: "Dibêjin baran e. Em bawer nakin baran be. Em di 2010an de hatin vir, me raportek amade kir. Mayinan diteqînin ji bo wê madeyê derxin. Dema mayanan diteqînin hinek der vala dimînin. Lê ji bo madenan, mayin teqandin qedexe ye. Ew vê rêbazê bikar tînin. Ji bo ku zû derxin."

    ZANA AKSU:TEDBÎR NEHATIBÛN STANDIN

    Aksu herwiha aşkere dike ku ji bo şertên kar tedbîr nehatine standin û wiha dibêje: "Tedbîr tune. Dema mirov madenê bixebitîne dora wê têl dike. Lewhayê hişyariyê datîne. Em hatin nava şantiye jî. Ti tedbîr tuneye. Bi amatorî dixebitin. Karkerên dixebitin jî jiyana wan ji wan re ne ewqas derde."

    ‘GUNDIYAN SERÎ LI ME DAN'

    Aksu behsa hûrgiliyên wê raportê dike ku di sala 2010an de amade kirine û wiha pê de diçe:  "2010an de hin malbatan serî li me dan gotin. Em naxwazin ev şîrket were li vir bixebite. Me çavdêriyên xwe kir. Dema van mayinan diteqînin mal li ser xwe nemane. Kevir nemane. Camê wan diteqiyan. Made diketin nava ava wan, heywanên wan vedixwar. Jiyana xwe ji dest didan. Darê wan hişk dibûn. Digotin em naxwazin li vir bixebitin. Me jî hat li vir nêrî."

    ‘RAPORTA ME CIDÎ NEGIRTIN'

    Zana Aksu diyar dike ku wan raporta xwe ji Wezaretê û Dozgeriyê re şandine lê van saziyan ew cidî negirtineû dibêje piştî vê bûyerê wan derfet dîtine ku bikevin nava kana madenê û wê li gorî vê rewşê raporteke nû amade bikin.Duh di saetên êvarê de li gundê Madenê yê navçeya Şêrwanê ya Sêrtê di kanek madenê ya sifirînê  de hezaz çêbû. Li gorî zanyariyên destpêkê bi dehan kes di bin hezazê de mabûn. Piştî ku agahî belav bû, saziyên rizgarkirinê dest bi xebatê kirin û hate zanîn ku 16 kes di bin hezazê de mane. Di encama xebata destpêkê de termê 3 kesan hatin derxistin lê 13 kesên din di bin kevir û beran de nehatine derxistin.

    Etîketan:
    maden, kana sifirîn, raport, hezaz, mayin, Şîrketa Cinerê, IHD, Zana Aksu, Gundê Madenê, Şêrwan, Sêrt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de