18:46 27 Gulan 2018
Hezaz

Bi bûyera hezaza Şêrwanê ve eleqedar 6 kes hatin girtin

© AFP 2018 / Ilyas Akengin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
1 0 0

Di çarçoveya lêpirsîna hezaza kaneya sifir a navçeya Şêrwana Sêrtê de 6 kes ji terefê dozgeriyê ve hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna hezaza kaneya sifir a navçeya Şêrwana Sêrtê de 6 kes ji terefê dozgeriyê ve hatin binçavkirin.

Du roj berê li kaneya sifir a gundê Madenkoya navçeya Şêrwana Sêrtê hezaz pêk hatibû û di encama hezazê de 6 karkeran jiyana xwe ji dest dabû. Hat ragihandin ku îro seetênb sibehê derbarê hezazê de 2 jê pisporên ewlehiya bi tevahî 6 kes hatin binçavkirin.

Herwiha di kaneya sifir a gundê Madenkoyê de ji xeyrî 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn 12 karker jî di binê hezazê de mabûn û ji bo rizgarkirina wan karkeran maseya krîzê hatibû avakirin.

Ji aliyê din ve Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz di daxuyaniya xwe de ragihand ku di bûyerê de qusura kÎ heye tuneye niha bi berfirehî tê lêkolînkirin û Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê jî derheqê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Hejmara miriyên di hezaza ku li Çînê qewimî bû de gihîşt 41 kesan
Li Artvînê metirsiya hezazê
Li Çînê hejmara kesên ku di hezazê de can da gihişte 18an
Li Sêrtê ji ber hezazê kesekî jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
Hezaza Kaneya Madenkoya Şêrwanê, Waliyê Sêrtê, Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê, Mustafa Tutulmaz, Sêrt, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de