23:43 21 Gulan 2018
    Leşkerên Îranê

    5 leşkerên artêşa Îranê li Sûriyeyê hatin kuştin

    © AP Photo /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî malper û ajansên nêzî artêşa Îranê ku ragihandine, 5 leşkerên din ê Îranê li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatin kuştin.

    Li gorî malper û ajansên nêzî artêşa Îranê ku ragihandine, 5 leşkerên din ê Îranê li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatin kuştin. Herwiha li gorî zanyariyan meha borî zêdetirî 320 leşkerên sipaha pasdaran ê Îranê li Sûriyê hatin kuştin.

    Malperên ser bi sipaha pasdarên Îranê belav kirin ku 5 leşkerên endamên sipaha pasdaran di şer û pevçûnên derdora Helebê de, ên bi navê Dildar Elîşa, Şîrman, Leyaqet Husên, Muntezîr Husên û Mosêreg Husên hatin kuştin.

    Li gor zanyariyên malpera farsê, ew 5 leşker bi nîjada xwe Pakistanî ne. Herwiha çend roj berî niha jî televîzyona opozîsyona Sûriyê di raportekê de belav kir ku opozîsyona Sûriyeyê li cîhekî bi navê Çahye Asd, ku dikeve rojavayê bajarê Helebê, bi moşekan milîsên Îranê dane û di encamê de bi dehan kes hatine kuştin.

    Ji aliyê din ve di meha borî de 320 kes ji endamên sipaha pasdaran li Sûriyê hatibûn kuştin û şeş salên borî de jî bi giştî zêdetirî 3 hezar leşkerên sipaha pasdaran li Sûriyeyê hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Îranê li sînor welatiyekî kurd û du afganî kuştin
    Li Sûriyeyê 2 jê general 10 leşkerên Îranê hatin kuştin
    Dîsa leşkerên Îranê li sînorê Urmiyê kurdek kuştin û du jî birîndar kirin
    Çûna leşkerên îranê ji bo Iraq û Sûriyeyê mijareke ewlehiya neteweyiye
    Leşkerên Îranê kolberekî Kurd kuşt
    Etîketan:
    5 leşkerên Îranê li Sûriyeyê hatin kuştin, Leşkerên Artêşa Îranê, Mosêreg Husên, Muntezîr Husên, Leyaqet Husên, Dildar Elîşa, Sûriye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de