02:50 19 Çile 2018
Zindî
    Nisêbîn piştî rakirina qedexeyê

    Artêşa Tirk: Li Nisêbînê 2 PKKyî hatin kuştin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Artêşa Tirk daxuyand li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi Navgîna Hewayî yên Bêmirov (NHB) traktoreke bombebarkirî îmha kirine û 2 endamên PKKê kuştine.

    Artêşa Hêzên Tirk daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ragihand ku di 18ê Mijdarê de li navçeya Nisêbînê li du taxên bi navê Duzce û Dagiçiyê traktoreke bombebarkirî tespît kirine.

    Hat gotin ku ew traktor bi NHBya biçek hatiye îmha kirin û li herêmê dest bi operasyonên lêgerînê hatin lidarxistin Artêşê da zanîn ku di encama operasyonan de termê 2 endamên PKKê hatiye bidest xistin.

    Her wiha hat gotin ku di operasyonan de tifingeke M-16 û demançeyek jî hatiye bidest xistin.

    Bi heman mijarî:

    Li Nisêbîn û Şirnexê 5 cenaze hatin dîtin
    NY: Tirkiyê Nisêbîn bi çekên giran wêran kir
    Ji ber operasyonan rêya Nisêbîn û Midyadê 3 roj in girtiye
    Balafirên şer ên tirk Nisêbîn dan ber bombeyan!
    HDPê Idiaya bombebarankirina Nisêbîn bi balafiran bir parlementoya Tirkiyeyê
    Etîketan:
    kuştin, Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB), Artêşa tirk, PKK, Mêrdîn, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de