01:09 23 Çile 2018
Zindî
    Heşdî Şebî

    'Heşdî Şebî dê derbeya dawîn li DAIŞê bide'

    © AFP 2018/ MARWAN IBRAHIM
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Milîsên Heşdî Şebî (Hêzên Gel) li herêma Nînovayê 50 gund ji destê DAIŞ girtin û hat gotin ku ji bo DAIŞê amadehiya derbeya dawîn dike.

    Berdevkê Heşdî Şêbî Kerîm El Nûrî ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku ew gundên ku wan ji terorîstan girtine xwediyê girîngiyeke stratejîk in. El Nûrî got, "Hêzên Gel niha hema hema hindik maye tevahiyê balafirxaneya Tilaferê bigire bin kontrola xwe."

    Berdevkên din ê Heşdî Şebî Ahmed El Esadî jî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got, "Ger ku balafirxaneya Tilaferê were rizgarkirin peywendiya terorîstan ya bi Mûsilê re wê qut bibe." Rizgarkirina Tilaferê wê tevkariyeke mezin li operasyona Mûsilê bike û terorîs wê nikaribe sewqiyata çekan bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Heşdî Şebî baregeha hewayî ya li Tilaferê ji DAIŞê girt
    Heşdî Şebî: Em amade ne li Sûriyeyê li dijî terorîstan şer bikin
    Rêxistina Efuyê: "Milîsên Heşdî Şebî sivîlan dikujin"
    Heşdî Şebî: "Em êrişên hewayî yên Amerîkayê naxwazin"
    Di nava Heşdî Şebî de kurd, sunî xristiyan û asûrî li Mûsilê li dijî DAIŞê şer dikin
    Etîketan:
    derbeya dawîn, Berdevkê Heşdî Şebî, Ahmed El Esadî, Kerîm El Nûrî, Telafer, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de