15:38 23 Gulan 2018
    Li Erdîşê leşkeran agir bera malekê dan

    Leşkeran li Erdîşê agir bera malekê dan: Xwediya malê jiyana xwe ji dest da

    © Foto : Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li Navçeya Erdîşê ya Wanê leşker û polîsan bi ser malekê de girtin û hat îdia kirin leşker û polîsan agir bera wê malê dan.

    Leşker û polîsan duh bi şev li Wanê li navçeya Erdîşê operasyon lidarxist û di operasyonê bi ser malekê de girtin. Hat îdia kirin ku wan leşker û polîssan di dema operasyonê de gava ku xwediyê malê Ahmet Ataman û hevjîna wî Hediyê Ataman di hundir de bûn, agir bera wê malê dane.

    Li gorî agahiyên Nurettin Ataman ê birayê Ahmet Ataman diyar kir ku gava ku leşker û polîsan agir bera malê dan, birayê wî Ahmet Ataman bi hevjîna xwe Hediye Ataman re di hundir malê de bûn û got serê sibehê di binê xaniyê xerabe de cenazeyê Hediye Ataman derket.

    Her wiha hat ragihandin ku leşker û polîsan nehîşt kes nêzîkî malê bibe û xizmên xwediyê malê yên bi navê Halit Ataman, Omer Ataman, Suphi Ataman ve Kamuran Yigit ku hatin cihê bûyerê, ji aliyê leşker û polîsan ve hatin desteserkirin.

    Nurettin Ataman anî ziman ku haya wan ji aqubeta birayê wî Ahmet Ataman jî tune ye.

    Bi heman mijarî:

    "Me muxtarê taxa Latîfiye ya Erdîşê kuşt"
    Li Erdîşê kesek hate girtin
    Qeyûmê Şaredariya Erdîşê hat kuştin
    Li Erdîşê cesedek şewitî hate dîtin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de