08:44 19 Sibat 2018
Zindî
    YPG

    YPG: Terorîstan êriş: 5 kuştî!

    © AFP 2018/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    YPGê ragihand ku terorîstên DAIŞê û komên girêdayî Konseya Sûriyeyê (KNS) êrişên xwe li ser Efrînê û Kobanê zêdetir kirin û di êrişên dawî de herî kêm 5 terorîst hatine kuştin.

    Êrişên terorîstên DAIŞê û komên girêdayî Konseya Sûriyeyê (KNS) li ser Efrînê û Kobaniyê bê navber berdewam in.

    Navenda Çapemeniya YPGê, encama rojên 13, 14, û 15ê yên meha Temûzê ragihand û diyar kir ku terorîstên DAIŞê bi çekên giran roja 13 Temûzê êrişî gundên Kobaniyê yê bi navê Merwanî, Qadiriyê û Kardûşanê kiriye û dema bi hewldana vedana mayînan, mayîn di destên wan de teqiyaye û herî kêm 2 terorîst mirine.

    Roja 14 Temûzê jî komên girêdayî Konseya Sûriyeyê (KNS) êrişî gundên Efrînê yê Maranez, Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Girê Qestelê kir û şervanên YPGê jî bi tûndî bersiv da wan.

    Herwiha terorîstan di heman rojê, êrişî Şexmeqsûdê jî kiriye û di encamê de terorîstek hatiye kuştin yek jî birîndar bûye.

    Terorîstan roja 15 Temûzê jî bi çekên giran êrişî taxa Maamela Şiqeyifê ya Şêxmeqsûdê kir û di encamê de jî 2 terorîstên KNSê hatin kuştin.

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Em ji Minbicê vekişiyan
    "Tirkiye û Amerîkayê li hev kir, YPG li derve ma"
    YPG hişyar kir: Em ê bersiva êrişên Tirkiyeyê bi tundî bidin
    YPG 3 gund rizgar kirin û ber bi Reqqayê ve bi pêş ve diçin
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê êriş kir, kuştî û birîndar hene!
    Etîketan:
    birîndar, êriş, encam, terorîst, DAIŞ, gund, KNS, ypg, efrîn, kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de