01:25 24 Mijdar 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Di navbera hêzên ewlehiya Iraqê û DAIŞê de şer derket

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Di navbera hêzên ewlehî yên Iraqê û milîtanên DAIŞê de şer qewimî û di encamê 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 5 leşker birîndar bûn û herî kêm 31 terorîst jî bêbandor hatin hiştin.

    Serpêlê leşkerên artêşa Iraqê Abbud el Xalidî diyar kir ku li bajarê Mûsilê di navbera hêzên ewlehiyê yên ku xwestin taxa Tahrîrê rizgar bikin û milîtanên DAIŞê de şer û pevçûn derket.

    Xalidî anî ziman ku 24 saetên vê dawiyê de serpêlek û serbazek jî di nav de 7 leşkeran jiyana xwe ji dest da, 5 leşker jî birîndar bûn.

    Xalidî ragihand ku heta niha 31 terorîst hatine kıştin û got 4 wesayitên terorîstan jî êdî bikêr nayên.

    Xalidî da zanîn ku cihên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên kontrolkirin ji mayin û wesayitên bombebarkirî tên paqijkirin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Heta niha DAIŞê erdên ku li Iraqê kontrol dikir sedî 56 ji paşve standine
    Rûsya li dijî hedefên DAIŞê û El Nusrayê operasyon pêk anî
    'Pêşmerge li Mûsilê kembera ewlehiya DAIŞê şikand'
    Li Mûsilê fêrgeha zarokan a DAIŞê hat dîtin
    Operasyona DAIŞê: 18 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    derketin, şer, Artêşa Iraqê, DAIŞ, Abbud el Xalidî, Taxa Tahrîrê, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de