16:01 23 Mijdar 2017
Zindî
    fîlîz kerestecîoglu

    Ji bo Wekîla HDPê Kerestecioglu 3 salan cezaya girtîgehê hat xwestin

    © Foto: zete.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Di derbarê Parlamentera HDPê Filiz Kerestecioglu de bi îdiaya sûcê "lidarxistin, rêveberin û beşdarbûna civîn û xwepêşedanên dijyasayî" kiriye doz hat vekirin û heta 3 salan cezaya girtîgehê jê re hat xwestin.

    Di îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê de hat diyar kirin ku Kongreya Jinên Azad di 14ê Sibatê de li ser malperên civakî ji bo çalakiya li Qada Kadikoyê bangewazî kiriye û Kerestecioglu jî beşdarî vê bangewaziyê bûye.

    Di îdianameyê de hat ragihandin ku Serdozgeriya Aandoluyê ji ber 6 sûcan ji bo îfadegirtina Kerestecioglu kaxeza bangewaziyê şandiye navnîşana mal û cihê karê Kerestecioglu û hat diyar kirin ku Kerestecioglu îfade nedaye û bi vî awayî wek ku dev ji mafê xwe yê parastinê berdaye hatiye qebûlkirin û îdianame hatiye amadekirin. Her wiha di îdianemeyê de ji bo Kerestecioglu ji salek û 6 mehan heta 3 salan cezaya girtîgehê hat xwestin.

    Îdianame ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliyeyê hat qebûlkirin û darizandina Kerestecioglu wê di rojên pêş de destpê bike.

    Bi heman mijarî:

    Parlamnetera berê yê HDPê hat desteserkirin
    Cezayê girtîgehê li Sirri Sakik birîn
    Hevşaredarê Sêrtê Bakirhan hat girtin
    Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek hate desteserkirin
    Etîketan:
    xwestin, cezaya girtîgehê, Dadgeha Ceza ya Asliyeyê, Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê, Wekîla Stenbolê ya HDPê, Filiz Kerestecioglu, Anadolu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de