09:17 22 Îlon 2017
Zindî
    Yalçın Kuçuk

    Yalçin Kuçuk: "Nabe ji bo ku Erdogan dixwaze em serokatiyê bînin"

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4010

    Nivîskar Prof. Dr. Yalçin Kuçuk tevlî bernameya ‘Dewama Lîstikê' ya RS FMê ya Enver Aysever bû û ragihand ku nabe ji bo ku Erdogan dixwaze em pergala serokatiyê bînin.

    Nivîskar Prof. Dr. Yalçin Kuçuk tevlî bernameya ‘Dewama Lîstikê' ya RS FMê ya Enver Aysever bû û derheqê pergala serokatiyê de got: "Pergala Serokatiyê nabe. Tenê ji bo ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dixwaze ev tişt nabe."

    JI WÊ RE NE PERGALA SEROKATIYÊ, DÎKTATORÎ DIBÊJIN

    Nivîskar Yalçin Kuçuk di bernameyê de tevlî nîqaşên pergala serokatiyê bû û got: "Pergala Serokatiyê nabe, tenê ji bo ku Erdogan dixwaze nabe. Li temamê cihanê heke Pergala Serokatiyê hebe wê demê 2 meclis hene. Heke 2 meclis tunebin Pergala Serokatiyê jî tuneye. Dadgeheke Destûra Bingehîn a bihêz tunebe dîsa Pergala Serokatiyê tuneye. Ji vê re ne Pergala Serokatiyê dîktatorî tê gotin. Bêyî ku saziyên din werin bihêzkirin heke tu behsa Pergala Serokatiyê bike tê bibe dîktator. Bila kes tu kesî nexapîne. Erdogan hinekî fedî dike. Fedî neke wey bêje ez dîktator im."

    Bi heman mijarî:

    Pisporê rûsî: "Pêşeroja Erdogan ronî ye"
    Rojnameya Yeniçagê: Alîkarê Erdogan diyar bû...Bahçeli
    Baydemir: "Parlamenterên me ji ber kîna Erdogan di girtîgehê de ne"
    Erdogan: "Serokatî an jî serokomarî ferq nake"
    Erdogan bersiv da Schulz: "Tu kî yî?"
    Etîketan:
    Nîqaşên pergala serokatiyê, Serokomarê Tirkiyeyê, RS FM, Recep Tayyip Erdogan, Yalçin Kuçuk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de