16:39 18 Hezîran 2018
Waliyê  Mûsilê yê berê Esîl Nicêfî

Waliyê Mûsilê yê berê: Divê kurd û ereb li hev bikin

© Foto
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Waliyê berê yê Mûsilê Esîl Nûceyfî ragihand, ji destpêka operasyona Mûsilê heta niha ji sedî 60ê axa parêzgeha Nînowa hatiye rizgarkirin.

Walîyê Mûsilê yê berî hatina DAIŞê Esîl Nûceyfî, îro Çarşemê li Hewlêrê beşdarî konferansa pêşeroja Mûsilê ku ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdaw û Navenda Nûnê ve hat sazkirin bû.

'MIROV NIKARE HEBÛNA KURDAN ÎNKAR BIKE'

Di vê konferansa ku li ser pêşeroja parêzgeha Nînowayê hat sazkirin de Nûceyfî got, "Divê kurd û ereb rêkeftinê bikin. Çimkî tenê bi rêkeftina kurd û ereban rewşa ewlekariya Nînowa dikare bê parastin û ewlekarî tê de cîbicî dibe."

Nûceyfî diyar kir ku mirov nikare înkara hebûna kurdan li deşta Nînowa bike, lê xelkê navçeyê hemû ji ber êrîşan zirareke mezin dîtine.

'BERÎ DAIŞê JÎ LI MÛSILÊ TUDREW HEBÛN'

Esîl Nûceyfî li ser gelê herêmê yên ku bûne DAIŞî jî wiha got:

"Bandorên derve nekarîn bibin sedema ketina Mûsilê. Pirsgirêka me ew bû, ku hejmareke zêde ya tundrewan hebûn û me nedikarî em wan kontrol bikin."

NÛCEYFÎ: TI PLANEKE PIŞTÎ DAIŞÊ NÎNE

Nûceyfî da zanîn ku ji sedî 70yê xelkê Nînowa li derveyî kontrola DAIŞê ne û ji sedî 60ê parêzgeha Nînowa jî hatiye kontrolkirin.

Waliyê berê diyar kir ku heta niha jî ji bo Mûsilê ti tişt nehatiye kirin û ti planek li ser pêşeroja Mûsilê ya piştî rizgarkirina ji destê DAIŞê nîne.

Bi heman mijarî:

Xesro Goran: "Dibe şerê Mûsilê çend mehan dirêj bike"
Cebar Yawer: Karê Pêşmergeyan di operasyona Mûsilê de bidawî bû
Di operasyona Mûsilê de 2 rojnamevan hatin kuştin 14 jî birîndar bûn
Nuceyfî: "Emîrên DAIŞê hemû reviyan Sûriyeyê"
Waliyê Mûsilê: "Bexdadî şerê Mûsilê kordîne dike"
Etîketan:
Kurd û ereb, Pêşeroja Mûsilê, Esîl Nûceyfî, Waliyê berê yê Mûsilê, Nînowa, Mûsil, Navenda Lêkolînan a Rûdaw û Navenda Nûnê, Rojhilata Navin, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de