05:47 23 Hezîran 2018
Saadet Oruç

Şêwirmenda Erdogan ji rojnamevanê frensî re got: "Diya te dîktator e"

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 02

Serşêwirmenda Serokomariya Tirkiyeyê Saadet Oruç li ser hisabê medya civakî ya Twitterê ji rojnamevanê frensî re got: "Diya te dîktator e."

Rojnamevanê frensî Jean-Paul Ney li ser hisabê medya civakî ya Tiwtterê ji bo Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan peyva ‘dîktator' bikar anîbû. Li ser vê Serşêwirmenda Serokomariya Tirkiyeyê Saadet Oruç jî li ser hisabê medya civakî ya Twitterê bersiva rojnamevanê frensî da û got: "Diya te dîktator e."

Saadet Oruç li ser bertêkên ku hatin tweeteke din parve kir û got: "Kesekî ku ji serokomar re peyva dîktatoriyê bikar bîne tu nîqaşên cidî pe re nayên kirin. Lê bi zimanê ku heq dike wê bersiva xwe bigire. Bila ev hevok jî liv ir be."

Piştî tweeta duyemîn, Oruç rojnamevanê frensî Jean-Paul Ney di Twiterê de asteng kir.

 

 

Bi heman mijarî:

Rojnameya Yeniçagê: Alîkarê Erdogan diyar bû...Bahçeli
Esad: Em ê li dijî dagirkeriya Erdogan şer bikin
Baydemir: "Parlamenterên me ji ber kîna Erdogan di girtîgehê de ne"
Erdogan: "Serokatî an jî serokomarî ferq nake"
Erdogan bersiv da Schulz: "Tu kî yî?"
Etîketan:
Rojnamevanê frensî, Serşêwirmenda Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Jean-Paul Ney, Saadet Oruç, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de