09:48 24 Îlon 2017
Zindî
    karkamiş-dîlok-polês-vala-tax-daiş

    Li Dîlokê teqîn

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21810

    Îşev di saet 22.20a de li navçeya Şahînbey a Dîlokê teqînek pêk hat.

    Parêzgariya Dîlokê daxuyand ku îşev di saet 22.20a de li navçeya Şahînbey a Dîlokê li taxa Kibrisê kesekî bi motosîklet poşetek avêt ber du qehwexaneyên li ser riya Magosayê û ew poşet teqiya.

    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di encama teqînê de tu wendahiya can nebûye, birîndar û ziyaneke madî jî tune ye.

    Her wiha hat dest nîşan kirin ku ji bo girtina êrîşkaran dest bi xebatên berfireh hatiye kirin.

    Li gel vê yekê li ser hesabê Twitterê hat parve kirin ku Kurdên Elewî diçûn wan her du du qehwexaneyan.

    Bi heman mijarî:

    Li Dîlokê 3 birayên mêrdînî hatin kuştin
    Li Dîlokê alarma êrîşa xwekuj
    Li Dîlokê teqînek din pêk çêbû
    Li Dîlokê şer derket – 2 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    teqîn, Parêzgariya Dîlokê, Şahinbey, Dîlok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de