23:11 20 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê Perwerdehî yê Tirkiyeyê Îsmet Yilmaz

    Wezîr: Nêzîkî 50 hezar endamên Egitim-Senê ji ber FETOyê tên lêpirsîn

    © Foto: AA/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    14510

    Wezîrê Perwerdehî yê Tirkiyeyê Ismet Yilmaz li Komîsyona Plan û Budçe ya Parlamentoyê axivî û diyar kir ku 120 hezar endamên Egitim-Senê hene, di derbarê 10 hezar kesên ji wan de lêpirsîn heye, hejmara kesên ku ji ber FETOyê tên lêpirsîn jî nêzîkê 50 hezaran e.

    Yilmaz li Komîsyona Plan û Budçe ya Parlamentoya Tirkiyeyê di derbarê budçeya 2017a de bersiv û rexneyên parlamenteran bersivand.

    Wezîr Yilmaz di komîsyonê de li ser pirseke di derbarê Egitim-Senê de da zanîn ku 120 hezar endamên Egitim-Senê hene. Yilmaz di derbarê lêpirsîna ji bo endamên Egitim-Senê jî got di derbarê 10 hezar kesan lêpirsîn hat destpêkirin, nêzîkî 50 hezar kesan jî tên lêpirsîn.

    Yilmaz li ser girtina zanîngehan jî anî ziman ku 15 zanîngeh hatine girtin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de