20:21 24 Îlon 2017
Zindî
    polîs, cihê bûyerê

    Li Amedê polîsek mirî hat dîtin

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 61 0 0

    Li navçeya Pasûrê ya Amedê polîsekî Tirk di mala xwe de mirî hat dîtin.

    Li gorî agahiyan hat diyar kirin ku ji ber ku ev demeke dirêj e tu agahî polîsê bi navê Ufuk M. nedihat girtin, havlên wî yên polîs ji bo rewşa wî serdana mala wî kirin.

    Hat ragihandin ku gava ku polîs tên li deriyê mala Ufuk M. didin, tu kes derî venake û polîs neçar dimînin ku deriyê malê bişkînin. Polîs dema ku dikevin hundir mala Ufuk, dibînin ku ew bi awayekî mirî li erdê ye û demançe û gule li ber serê wî hene.

    Hat ragihandin ku lêpirsîn û lêkolîna di derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin. Termê polîs ji bo lêkolînê rakirin Tiba Edlî ya Pasûrê.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Çewlikê teqîn: 2 polîs birîndar bûn
    Teqîna Amedê - 2 jê polîs 9 kesan jiyana xwe ji dest da û bêtirî 100 birîndarî
    Li Çewlikê pakêta biguman teqiya: Yek jê polîs 3 kes birîndar bûn
    Li Çelê wesayita zirxî ya polîsan qelibî: 3 polîs birîndar bûn
    Etîketan:
    hat dîtin, mirî, polîs, Pasûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de