12:14 26 Îlon 2017
Zindî
    Fikri Işik

    Ji Enqereyê bo YPG'ê: Dest ji kantonan û El Babê berdin!

    © REUTERS/ Tumay Berkin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43203

    Wezîrê Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê Fikri Işık got: "Heke YPG dev ji xeyalên kantonan bernede, dê bedela vê yekê ji bo wan giran be."

    Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin yê Enqereyê û Wezareta Parastinê de protokola ku zeviya yekîtiya zirxî ya li herêma Baglicayê û Bulvara Sabanciyê ya Enqereyê bi hev girê bidin hat morkirin.

    Komên çekdar
    © REUTERS/ Mohamad Bayoush
    Piştî morkirina protokolê Fikri Işik pirsên rojnemevanan bersivand û li ser îdiayên ku YPGê gotiye dema El Bab bikeve bin kontrola muxalîfan dê em êriş bikin wiha bersivand:

    "Operasyona Mertala Firatê bi pêşengiya hêzên tirk û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bi serkeftî dewam dike. Operasyon niha li gorî planan dewam dike. Em nikarin bi berfirehî agahî bidin. Lê di mijara El Babê de hesasiya Tirkiyeyê ji aliyê hemû kesan ve tê zanîn. Teqez em naxwazin ku YPG nêzî El Babe bibe û eger xeyala gihandina kantonan neterikînin jî dê berdêla wî giran bidin. Demek berê YPG ceribandinek wiha pêk anît û hemû kesan dît ku me çawa bersiv da wan. Di vê mijarê de biryardariya Tirkiyeyê dewam dike."

    Bi heman mijarî:

    "Tirkiye û Amerîkayê li hev kir, YPG li derve ma"
    Li Kobaniyê Tirkiye hat protesto kirin
    Lindsay Lohan bangî Trump kir: Bi min re were Tirkiye û Sûriyeyê
    "Tirkiye êrîş dike, bila pêşmerge derbasî Rojava bibin"
    Rusyayê ji bo xazê Tirkiye hişyar kir!
    Etîketan:
    giran, pirs, berdêl, îdia, rojnamevan, YPG, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, Fikri Işik, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de