14:46 22 Îlon 2017
Zindî
    Heyder el Ebadî

    Ebadî: Hêzên Sunnî û Şîa yên hevpar wê têkevin Tilaferê

    © AP Photo/ Stefan Wermuth
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got li gel Lîwayên 92yemîn û 93yemîn ên girêdayî artêşê, hêzên Sunnî û Şîayên Tilaferê wê têkevin Tilaferê.

    Ebadî li Bexdayê di civîna çapemeniyê de diyar kir ku hêzên ewlehiyê de di operasyona Mûsilê de pêşketine û wiha axivî: "Em di nava Mûsilê de bi rêxistina teror a DAIŞê re şer dikin. Ev jî guhertina kapasîteya hêzên me dide nîşan. DAIŞ li Mûsilê li xwecihan wesayitên bombebarkirî bi cih dikin û nîşangirên xwe jî bikar tînin."

    Ebadî li ser pirsa ketina Tilaferê jî got, "Li gel Lîwayên 92yemîn û 93yemîn ên girêdayî artêşê, hêzên Sunnî û Şîayên Tilaferê wê têkevinê."

    Leşkerên artêşa Iraqê
    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    'ME DESTÛR NEDA BALAFIRÊN ÎRANÊ'

    Ebadî derbirî ku wan destûr nedane balafirên şer ên Îranê, da kul i asîmanên Iraqê bifirin û ev tişt gotin: "Balafirên Îranê ji bo lêxistina DAIŞê di sala 2014a de li Tîkrit û Diyalayê bêyî destûra me firîyan. Li ser vê yekê Wezareta Karên Derve ya me ji Îranê re ragihand ku bêyî destûra me nabe ku em vê yekê qebûl bikin. Ji wê rojê vir ve tu balafireke Îranê jî neketine qada hewa ya Iraqê."

    Ebadî da zanîn ku ew heman tiştî bi Urdunê re jî jiyane. Ebadî anî ziman ku li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê kêmasiya ewlekariyê heye û got divê piştî DAIŞê li ser sînor bergiriyên leşkerî û ewlehiyê werin girtin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de