19:58 22 Îlon 2017
Zindî
    ABD Dışişleri Bakanı John Kerry, BAE'nin başkenti Abu Dabi'ye geldi.

    Kerry ji Îmarata Ereban ragihand: ‘Hûsiyan û Koalîsyona Ereban li hev kir'

    © REUTERS/ Mark Ralston
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Wezîrê Karên Derveyê ya Amerîkayê pirsên rojnamegeran li Abû Dabiyê ya paytexta Îmarata Ereban bersivand û ragihand "Koalîsyona Ereban" ku Erebistana Siûdî pêşengiyê dike ji bo agirbestê ya li Yemenê bi Hûsiyan re li hev kirine û hevdîtin roja pênçşemê dest pê dikin.

    Kerr diyar kir ku hemû aliyên li Yemenê heta dawiya salê li ser hikûmetek hevpar ava bikin, li hev kirine.

    KERRY, DAXUYANIYÊN KU HIKÛMETÊ JÎ NEDIZANIYA DA

    Divê navberê de Wezîrê Karên Derveyê ya Yemenê Abdulmelik el-Mihlafi li ser hesaba xwe ya twitterê daxuyanî da û got: ‘Kerry daxuyaniyên ku hikûmetê nedizaniya û hikûmetê eleqeder nekirin, da. Ev daxuyanî dide nîşandan ku ji hikûmeta meşrû dûr ketine û bi Hûsiyan re li hev kirine û ev yek jî nûnertiya daxwaza têkçûna xebatên wî dide nîşandan.'

    ​Mihlafi, di hevpeyvîna xwe ya bi televîzyona Sky News Arabia ku navenda wê li Îmarata Erebane jî destnîşan kir ku rêvebiriya Amerîkayê dixwaze ku hêj dema wan neqediyaye bi vî peymanê serkeftin bidest bixin, lê ev ne peymanek li rê ye.

    John Kerry ku ev du rojên li Maskatê paytexta Ûmmanê bû, îro jî derbarî Ebû Dabiyê bibû. Ajansa nûçeyan a fermî ya Ûmmanê ONAyê eşkere kiribû ku Kerry di serdana xwe ya Ebû Dabiyê de bi Prens Muhammed bin Zayid re hevdîtin pêk bîne û mijarên li herêmê binirxîne.

    Bi heman mijarî:

    YEMEN - Li paytextê êriş: 13 mirî 50 birîndar!
    Li Yemen û Siûdiyê êriş li ser mizgeftên şîeyan hatin kirin
    Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan
    Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye
    Etîketan:
    li hev kirin, rojnamevan, pirs, bersiv, John Kerry, îmara Ereban
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de