11:38 21 Îlon 2017
Zindî
    Komên çekdar

    Li Ezazê şer gur bû: Kom bi hev ketin

    © REUTERS/ Mohamad Bayoush
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 532 0 0

    Careke din li bajarê Ezazê yê li gundewarê bakûrê Helebê di navbera komên de şer derket û ji herdu aliyan gelek birîndar hene.

    Li gorî çavkaniyeke ji hundirê bajarê Ezazê yê li Bakûrê Helebê, careke din di navbera komên Ehrar El-Şam û El-Cebha El-Şamiya şer derket.

    Hat diyar kir ku herdu komên piştgiriya xwe ji dewleta Tirkiyeyê werdigrin, di vî şerî de hemû cureçekên giran û navîn bikar tînin û di encamê de ji herdu aliyan gelek birîndar hene.

    Ev du roj di navbera komên ku Ezaz dagir kirine, şer derdikeve û gelek welatiyên sivîl dibin qurbanî. Duh bi serweriya artêşa Tirk di navbera herdu koman de agirbestek hatibû ragîhadin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li ser sînor şer: 7 leşker hatin kuştin!
    Artêşa azad û DAIŞ li ser sînor şer dikin
    Li ser sînor şer: 2 leşker hatin kuştin
    Li ser sînor şer derket: Leşkerek hatiye kuştin
    Etîketan:
    El-Cebha El-Şamiya, Ehrar El-Şam, Şer, Tirkiye, Bakûrê Helebê, Ezaz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de