04:32 21 Îlon 2017
Zindî
    Şervanekî YPG li ber tankeke Tirkiyeyê di dema kolandina gora sultanê Osmanî li nêzîkî gundê Eşmeyê

    "Tirkiye û Amerîkayê li hev kir, YPG li derve ma"

    © AP Photo/ Mursel Coban, Depo Photos
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 131602

    Hat îdiakirin ku Amerîkayê destûr daye dijberên Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike ta ku operasyonê li dijî bajarê Babê bide destpêkirin û herwiha hat gotin ku nakokiyên navbera HSDê yên ku YPGê pêşengiya wan dike û Amerîkayê de zêde dibin.

    Piştî ku Amerîkayê destûr da, Hêzê Artêşa Sûriyeyê ya Azad(ASA) ku Tirkiye piştgiriya wan dike, dest bi operasyona kontrolkirina babê kir û hat îdiakirin ku nakokiyên navbera Amerîka û HSDê yên ku YPGê pêşengiya wan dike kûrtir dibin.

    Li gorî nûçeya Bas Newsê, rayedareke HSDê bi navê Nesrîn Kobanê ragihandiye ku nakokiyên cidî di navbera HSDê ya ku YPGê pêşengiya wê dike û Amerîkayê de hene derbarê operasyona rizgarkirina bajarê Babê yê girêdayî Helebê.

    Herwiha rayedarekî din ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin ragihand ku YPG Amerîkayê tawanabar kir ku xwe ji operasyonên ASAyê yên Tirkiye piştgiriya wan dike li ser wan kerr dike.

    Ji aliyê din ve, heman rayedarî îdia dike ku Tirkiye û Amerîkayê li hev kiriye ku dijberên Tirkiye piştgiriya wan dike, têkevin bajarê Babê.

    "ARMANCA TIRKIYEYÊ, RÊGIRTINA LI BER YEKKIRINA KANTONAN E"

    Li gorî îdiayê, YPGê gelekî hewl daye ku Amerîkayê qanî bike ta dest ji vê biryara xwe berde lê bi ser neketiye û wî rayedarî derbarê mijarê de wiha axiftina xwe wiha berdewam dike: "Armanca Tirkiyeyê ji piştgirtina derbasbûna Hêzên dijber bo Babê ew e ku rê li ber yekkirina kantonan bigire, ji ber eger HSD bikare bajarê Babê bistîne, ew ê kantonên Efrîn û Kobaniyê bigihîne hev û bi vî awayî hemû kantonên Rojavayê dê bigihêjin hev".

    Derbarê heman mijarê de, rayedarê PDK-Syê Elî Muslim diyar dike ku bê rizamendiya Amerîkayê, Tirkiye nikarîbî bostekê bi pêş de biçûya.

     

    Bi heman mijarî:

    YPG hişyar kir: Em ê bersiva êrişên Tirkiyeyê bi tundî bidin
    YPG 3 gund rizgar kirin û ber bi Reqqayê ve bi pêş ve diçin
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê êriş kir, kuştî û birîndar hene!
    YPG: Em ê bersiva êrîşên artêşa tirk bidin
    YPG: Bi destpêkirina Xezeba Firatê re êrîşên Tirkiyê zêdetir bûne
    Çavuşoglu: "YPG nakeve nava bajarê Reqqayê"
    YPG: Artêşa tirk êrîşî baregehek me kir
    Obama ji Erdogan re: YPG dê di operasyona Reqayê de cih bigire
    Etîketan:
    Rewşa siyasî ya Rojavayê, asa, ASA, Nesrîn Kobanî, Elî Muslim, Rojava, Kobanî, Efrîn, Heleb, Bab, Amerîka, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de