13:57 26 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên PKKê

    'PKK dixwaze Şingalê bike Qendîl'

    © Foto: Yeni Ozgur Politika
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 65911

    Çavkaniyên leşkerî û rayedarên Şingalê dibêjin, PKK her diçe li Şingalê hêza xwe xurt dike û bingehên nû yên leşkerî ava dike.

    Heftenameya Bas a Herêma Kurdistanê bi zarê çavkaniyekî leşkerî yê li Şingalê ragihand, ‘Dema Pêşmerge Şingal azad kir tenê 200 PKKyî hebûn, lê niha her diçe wan zêde dike û ji bo Mûsilê jî dixwazin heman tiştî bikin.'

    'DIXWAZIN BIKIN QEDÎLA DUYEM'

    Qeymeqamê bajaroka Şingalê Mehma Xelîl jî dibêje, "Em agahdar bûne ku hejmara şervanên PKKê û vekirina binkeyên wan ên nû zêde bûye û PKK naxwaze xwe ji Şingalê vekişîne. Ew dixwazin Şingalê bikin wek Qendîl, lê Amerîka, hêzên hevpeyman û nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê soz dane û gotine, bi her awayî ew dê Şingalê û êzdiyan biparêzin û rê nedin ti hêzek bibe metirsî li ser Şingalê.''

    Bi heman mijarî:

    Viyan Dexîl: Şingal Kurdistanî ye û pêşmerge dê wê nedin Iraqê
    Nêçîrvan Barzanî: Şingal birîneke kûr e
    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    Serokê ruhanî yê Êzidiyan: Divê Şingal bi ser Kurdistanê ve bê girêdan
    Bernameya Ban Ki-moonî ya Hezîranê Şingal e
    Etîketan:
    Metirsiya ser Şingalê, Êzidî, UN, NY, PKK, Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl, Qedîla Duyem, Şingal, Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de