14:41 19 Îlon 2017
Zindî
    girtin-binçavkirin-desteserkirin

    PKK rexne kir, lê ji ber propagandeya PKKê hate girtin

    © Foto: Kirill Kallinikov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9710

    Li Edeneyê kalekî 70 salî yê bi navê Hasan Kirmizigul li ser hesabê xwe yê Facebookê PKK rexne kir, lê hefteya borî bi hinceta propagandeya PKKê dike hate girtin.

    Li gorî nûçeya Evrenselê Kirmizigul li ser hesabê xwe yê Facebookê Hevserokê KCKê Cemîk bi kurdî rexne kir û ala Kurdistanê parve kir. Polîsan pêncşema derbasbûyî tevlî Kirmizigul 12 kesên din li Edeneyê bi hinceta propagandeya rêxistina dijyaseyî desteser kir.

    Kirmizigul piştî derket dadgehê hate girtin. Parêzerê Kirmizigul Tugay Bek diyar kir ku parvekirinên Kirmizigul aşkere ne û bi rêxistinê re ne xwediyê heman nêrînê ye. Bek got ku di rewşeke wisa de parvekirinên wî nabin propagandeya rêxistinê û digel vî tiştî girtina wî dijhiqûqî ye.

    Etîketan:
    girtin, Evrensel, Facebook, KCK, Tugay Bek, Hasan Kirmizigul, Cemîl Bayik, Edene
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de