09:45 24 Îlon 2017
Zindî
    Data security

    Freedom House: Înterneta Tirkiyê ne azad e

    © Foto: Pixabay
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Freedom House (FH) ku navenda wê li Washington a Amerîkayê ye raporta “Azadiya înternetê ya 2016an’ ragihand.

    Dezgeha Ramyarî ya Amerîkî Freedom House di raporta xwe ya sala 2016an a ‘Azadiya înternetê' de ragihand ku piştî hewildana darbeya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê astengkirinên li ser înternetê zêde bûne.

    PIŞTÎ MYANMARÊ TIRKIYE TÊ

    Li gor raporta FHyê li gorî sala çûyî rêza Tirkiyê di nav welatên dinyayê de 4 qedemeyan kêm bûye û daketiye rêza 61an.

    Di raportê de Tirkiye di nav 20 welatên azadiya înternetê nîne de tê nîşandan û di nav lêkolîna ser 65 welatan de jî piştî Myanmarê Tirkiye di rêza 61ê de hatiye diyarkirin.

    ÎNTERNETA TIRKIYÊ 'NE AZAD E'

    Di heman raportê de hatiye bîrxistin ku di salên dawî de azadiya înternetê li Tirkiyê ber xerabûnê ve diçe û tê gotin, ‘Astengkirina gelek platformên medya civakî, dozvekirina li kesên rexneyan li rayedaran û baweriyan dikin hiştiye ku Tirkiye di azadiya înternetê de dakeve kategoriya, ‘Ne azad'.'

    FH: ERDOGAN BI ÎNTERNETÊ DARBE BERALÎ KIR

    Di raportê de şeva hewildana darbeya 15ê Tîrmehê hat bibîrxistin û hat gotin, "Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dema hewildana darbeyê bi Facetime weşana zindî pêk aniye û her ku gel bi rêya medya civakî li dijî 15ê Tîrmehê ketiye tevgerê jî piştî hewldana darbeyê astengkirina ser înternetê zêde bûye.

    Bi heman mijarî:

    Li gelek bajarên kurdan înternet qut bûye
    Etîketan:
    Tirkiye, Medya civakî, astengkirina înternetê, Azadiya înternetê, înternet, Freedom House, Cîhan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de