03:04 23 Îlon 2017
Zindî
    Seyîd Riza

    Ji bo ku kurd bê serî bimînin Seyîd Riza hat darvekirin

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 85942

    Seyît Riza di sala 1862an de li Dêrsimê jidayîk bû. Riza yek ji pêşengê kurdên Dêrsimê bû û di dema komkujiya Dêrsimê de dewleta tirk, ji bo li Ezirganê bi rayedaran re hevdîtin pêk bîne bangî wî kir, lê li Elazîzê hate desteserkirin û tevî kurê wî yê biçûk di 15ê Mijdarê de li vir ji aliye hikûmeta Tirkiyeyê ve hatin darvekirin.

    79 sal berê pêşengê kurdên Dêrsimê Seyît Riza bi hinceta ku li hemberî Komara Tirkiyê serî hildaye hate darvekirin. Di salvegera darvekirina Seyît Riza û kesên din de lêkolîner û nivîskarê kurd Mehmet Bayrak ji ajansa Sputnikê re axivî û derbarê darvekirina Seyîd Riza û komkujiya Dêrsimê de nirxandin kirin.

    Mehmet Bayrak destnîşan kir ku di salên 1937-38an de komkujıya Dêrsimê ji aliye dewleta tirk ve pêk hatiye û got: "Di çarçoveya komkujiyê de Seyît Riza hat darvekirin. Hikûmeta wê heyamê tenê Seyîd Riza darve nekir. Destûra Bingehîn a xwe û hiqûqa navneteveyî jî bipêkir û temenê Seyît Riza yê 75, ji bo ku bê darvekirin, kir 54 û piştre jî ew darvekirin. Bi heman şêvazê temenê kurê wî Refîk Huseyin jî mezin kirin û ew jî darve kirin. Divê mirov li vir vê yeke bizanibe ku serhildan tinebû. Belê ji sepandinên rejime û îdeolojiyê li hemû deverê Kurdistanê hin acizî hebûn, lê ev teqez û teqez serhildan nebû. Ev encamên polîtikaya ku ji heyama Abdulhamid destpêkir û heta wê demê dewam kir politikaya yek curekirin û Îslamkirinê bû. Ez carek din dubare dikim ku ev encama îdeolojiya dewleta tirk bû. Ev îdeolojî ji aliye Îttîhat Terakiyan ve derket holê. Mustefa Kemal jî û koma ku pê re dixebitîn jî Îttîhatçî bûn. Polîtîkayên ku Îttîhatçiyan nîvco hiştin, Mustafa Kemal û hevalên wî temam kirin. Em dikarin bibêjin ku rêvebiriya Kemalîstan, soza di salên 1921an û heta 1924an di bin navê "Yekîti û biratiya kurd û tirkan" dabûn, negirtin û kurd firotin û dest bi komkujiya kurdan kirin."

    DEWLET JI BO KOMKUJIYÊ PLANÊN NEPEN AMADE KIR

    Nivîskarê kurd Mehmet Bayrak derheqê planên dewletê yên nepen de axivî û wiha pê de çû: "Li ser van yekan kurdan jî dest bi rêxistinbûnê kirin û Cemiyeta Azadiya Kurdistanê ya îllegal hat avakirin. Hikûmeta Mustafa Kemal di dawiya sala 1925an bi dizî "Plana Islahatkirina Şarqê" amade kir. Bi vê planê pirsgireka kurd rasterast radestî leşkeran û operasyonên leşkeri hatin kirin da ku vê yekê bi riya operasyonên leşkeri çareser bikin. Piştî van yekan, di salên 1929 û 1930an de li Agirî û Zîlanê jî dewleta tirk li hemberî kurdan rasterast bi çekên kimyewî kumkujî pêk anîn. Li gorî medyaya tirk di herdu komkujiyan de zêdetirî 30 hezar kurd hatibûn qetlkirin."

    JI BER KU DÊRSIM HIM KURD BU HIM JÎ ELEVÎ KOMKUJÎ PÊK HAT

    Bayrak got: "Êdî dor hatibû Dêrsimê. Lewre dewletê komkujiyeke sîstematîk li hemberî kurdan pêk dianî. Dêrsim hin ji aliye nasnameyê ve him jî ji ber ku Elevî bûn li hemberî îdeolojiya dewleta tirk dihatin. Di salên 1930an şûn de, dewletê li hemberî Dêrsimê planên nepen amade kir. Plana wan çawaniya birêveçûna operasyonên leşkeri yên li Dêrsimê bû. Di çarçoveya planên nepen de, sala 1935an de bajarek bi navê Tunceliyê hat avakirin ku sînorê Dêrsimê hatin tengavkirin. Piştî vê dîrokê çek û cebilxaneyên li herêmê hatin civandin û di sala 1936an jî piraniya çekan teslîmî dewletê hatin kirin."

    'NÊZÎ 40-50 HEZAR KES HATIN KUŞTIN, 14 HEZAR JÎ KOÇBER BÛN'

    Bayrak behsa operasyona li hemberî Dêrsimê dike û destnîşan dike ku di sala 1937an de dewleta tirk bi balafirên şer û 40 leşkerî, li herêma Dêrsimê operasyon da destpêkirin û komkujî li hemberî kurdan pêk anî. Bayrak aşkere dike ku di komkujiya ewil de Serokwezîrê Tirkiyeyê Îsmet Paşa, di ya duyemîn de jî Celal Bayar Serokwezîr bû û wiha berdewam dike: "Lê di herdu qonaxan de Serokomar Mustafa Kemal, Serfermandar jî Feyzî Çakmak bû. Ji bo vê yekê, yek ji yeka din nayê cihêkirin, ew hemû şirîkê vê sucêne. Li gorî daneyên di desten me de, di nava du salan de kesên ku li Dêrsimê hatin qetilkirin nêzî 40 û 50 hezarîne. 14 hezar kes jî hatin koçberkirin."

    'JI BO KU KURD BÊ SERÎ BIMÎNIN SEYÎD RIZA HAT DARVEKIRIN'

    Nivîskarê kurd diyar kir ki Ihsan Sabri Çaglayangil ku gelek nêzî Suleyman Demirel bû, li xwe mikur hatiye ku di vê heyamê de kurd bê serî bimînin, hikûmetê kuştina Seyît Riza, Nurî Dêrsimî, Elî Şêr û Zarîfe ji serokeşirên Dêrsimê xwestin. Lê ku vê yeke wan qebul nekir, vê carê hikûmetê bi dek û dolaban wan kuşt û temenê Seyît Riza jî biçûk kirin û ew darve kirin."

    KURD HERDEM LI ALIYÊ DEMOKRASIYÊ BÛNE

    Mehmet Bayrak ragihand ku kurdan her dem têkoşîna xwe di bin banê demokrasiye de dane. Lê polîtîkayên dewletê li hemberî kurdan hertim heman bûne. Lê kurd di wê heyamê de bêrêxistin bûn, bê serî bûn û zû dihatin lîstikan. Bayrak dibêje: "Niha jî em dikarin bibêjin ku dewlet hemen tiştan birêve dibe. Hîn di warê sepandina leşkeri de guhertin çêbûne. Dîsa hêza hewayî tên bikaranîn, çekên giran tên bikaranîn. Niha jî heman tiştî li bajarên kurdan tên kirin. Lê niha kurd jî ji berê zêdetir birêxistinin, hişmendiya wan zelaltire."

    'PIRSGIREKA KURD DI ÇARÇOVEYA DEMOKRASIYÊ DE DIVÊ BÊÇARESERKIRIN'

    Nivîskarê kurd Bayrak aşkere kir ku dewleta tirk ji bo rêxistinbûn û têkoşîna kurdan têk bibe, bi hemû hewldanên xwe êrişî kurdan dike. Lê divê hemû kes vê yeke bizanibin ku ev riya çareseriyê nîne. Rewşenbîrên kurdan ji salên 1920an vir ve gotine û hêj jî dibêjin. Ev yek bi çekan nayê çareserkirin, ev yek bi diyalog û siyasetê tê çareserkirin. Ev pirsgirekek civakiye û hêj jî pêşniyara rewşenbîrên kurdan derbas dibe.

    Bi heman mijarî:

    Li Kobaniyê Tirkiye hat protesto kirin
    Li ser sînorê Tirkiyeyê bi hev ketin; 40 kuştî
    'Divê Tirkiye ji zemîna 15ê Tîrmehê were derxistin'
    Artêşa Tirkiyeyê Til Rifatê bombebaran dike
    Şêxê erebên Mûsilê: Em dixwazin bi Hewlêrê ve bên girêdan
    Etîketan:
    nepen, plan, leşkerî, kimyewî, qetlîam, darvekirin, çek, operasyon, komkujî, Sputnik Kurdistan, Refîk Huseyin, Mehmet Bayrak, Seyîd Riza, Mustafa Kemal, Îsmet Înonu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de