08:40 26 Îlon 2017
Zindî
    Cemil Bayik

    KCK: Bila werin, wê têkçûneke dîrokî bijîn

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 69611

    Hevserokê Desteya Rêveberiya KCKê Cemil Bayik derbarê daxuyaniyên Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu de nirxandin kur ku Soylu behsa operasyoneke mezin li ser PKKê dikir. Bayik got: "Dikarin bikin, bila werin. Gelê kurd wan bi gulan pêşwazî nake. Wê têkçûneke wisa bijîn ku dibe ya herî mezin a dîrokê be."

    Cemil Bayik di daxuyaniya xwe ya di ANFê de hate weşandin derbarê rewşa dawî û peşketinên li Tirkiyê diqewimin nirxand. Bayik behsa girtina hevserok û parlamenterên HDPê, qedexeyên li bajarên kurdan, girtina komele û saziyên çapemeniyê dike û wiha dinirxîne: "Ev hemû di rastiyê de ji bo sazûmankirina faşîzmê ye. Ji bo sazûmankirinê divê çapemeniyê, rewşenbîran û hunermendan bidin bêdengkirin."

    'AKP Û MHP DIXWAZIN FAŞÎZMÊ AVA BIKIN'

    Bayik Hikûmeta AKPê û Bahçeliyê sûcdar dike û dibêje ku dixwazin neteweperestiyê û oldariyê bikin yek û bingeha civakî ya faşizme ava bikin. Bayik derbarê vê mijarê de wiha got: "Li Tirkiyê ji bo sazûmankirina faşîzmê dijminatiya kurdan dikin bingeh. Dixwazin herkesî bi vî esasî bikşînin bal xwe û faşîzma ku dixwazin li Tirkiyê bidin rûniştandin. Ji ber wê jî divê ti kurdek, ti demokratek, rewşenbîrek, hunermend û nivîskarek, bi kurtasî ti kesên ku li hemberî faşîzmê piştgiriya polîtîka û pêkanîna Erdogan û Bahçeli nekin. Kesên ku piştgiriya vî tiştî dikin divê ji kurdbûna wan, demokratbûna wan û rewşenbîriya wan şik bê kirin."

    ‘GELÊ KURD WAN BI GULAN PÊŞWAZÎ NAKE'

    Hevserokê Desteya Birêveberiya KCKê Cemil Bayik derbarê nîqaşên operasyona li ser baregehên PKKê yên li Herêma Kurdistanê de jî nêrîna xwe anî ziman. Bayik îdia kir ku digel piştgiriyê Erdogan nikare PKKê têk bibe û wiha axivî: "Endogan dibêje ku ‘ez ê PKKê ji holê rakim'. Bi vê dixwaze li Tirkiyê netewerepestiyê, şovenîzmî û faşîzmî xurt bike. Bi vê qaşo dixwaze qirkirina kurdan pêk bîne. Dixwaze li Tirkiyê derdorên laîk, sosyalîstan, demokratan ji holê rake. Dixwaze bi piştgiriya netewperestiyê û oldariyê rejîmekê li Tirkiyê bide rûniştandin. Qaşo dixwaze bibe avakarê vê. Ji ber we her dixwaze PKKê, kurdan bi hêzên navdewletî, bi hêzên Tirkiyê weke tiştekî tirsnak nîşan bide, dibêje ew ê ji holê rake. Armanca wê helbet ji holêrakirina PKKê ye. Heke ku PKKê ji holê rake, wê karibe qirkirina kurdan pêk bîne. Wê rejîma xwe ya faşîst a xwe sazûman bike. Bêyî ku PKKê ji holê rake ne dikare qirkirina kurd pêk bîne ne jî dikare rejima xwe sazûman bike."

    'BI HÊRS ÊRÎŞÎ PKKÊ DIKE'

    Bayik destnîşan dike ku PKKê li hemberî xwe astengeke mezin dibîne û bi vê hêrsê êrîşî PKKê dike. Bayik di berdewamiya nirxandina xwe de îdia kir ku wê Erdogan weke dawiya Hîtler dawîya xwe bîne û nikare PKKê ji holê rake û wiha berdewam kir: "Qaşo di demên dawî de dibejin ku wê li hemberî Qendîlê operasyonê lidar bixin. Dikarin bikin, bila bên. Gelê kurd wê wan bi gulan pêşwazî neker. Wê têkçûneke wisa bijîn ku dibe di dîrokê de ya herî mezin be. Divê herkes vî tiştî bizanibin."

    Bi heman mijarî:

    KCK:Beriya niha biryara girtinê hatibû standin
    KCK: ‘AKP li paytexta Kurdistanê êrîşî vîna kurd dike'
    KCK: 'Tirkiye û DAIŞ dijminên Rojava ne'
    KCK: Ji bo dagirkirina Cerablusê qetlîama Dîlokê hate kirin
    KCK: Heke ku dewleta tirk gavê bavêje di yek mehê de pirsgirêk çareser dibin
    KCK: DAIŞ û Dewleta Tirk Îslamê bikartînin
    Etîketan:
    MHP, AKP, PKK, KCK, Hitler, Devlet Bahçeli, Recep Tayyip Erdogan, Cemil Bayik, Herêma Kurdistanê, Tirkiye, Qendîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de