14:44 19 Îlon 2017
Zindî
    rojava-sînor-çalakî-bombeya gazê-êriş-çalakî-artêşa tirk-kobanî

    Li Kobaniyê Tirkiye hat protesto kirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2010

    Xelkê bajarê Kobanîyê bi xwepêşandanekê topbaran û êrîşên asmanî yên ser Efrîn û Şehbayê protesto kir.

    Xwepêşandana îro Sêşemê bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pêk hat ku girseyeke mezin a ji xelkê Kobaniyê tê de beşdarî lê kir.

    Xwepêşanderan operasyona ‘Mertala Firatê' ya artêşa Tirkiyê ku ketiye nav erda Bakurê Sûriyê protesto kir.

    Li gor nûçeya ANHAyê di xwepêşandanan de nivîsên wekî, "Tevî wehşeta DAIŞ'ê Şahba dê biser bikeve" hatine hilgirtin û li dawiya meşê jî mîtingek hatiye lidarxistin.

    Endamê Meclîsa PYD'ê Ehmed Xoca di mîtingê de axivî û got, ‘Ji ber ku dewleta Tirkiye ji pêşveçûna hêzên şoreşger û serkeftinên Rojava ditirse serî li dagirkirina herêmê dide. Cîhana navnetewî ji ber van êrîşan berpirs e'.

    Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Kobanê Roheyv Agirî jî di mîtingê de bang li ciwanan kir ku ji bo serkeftina Rojava li dijî kiryarên dewleta Tirkiyê yên li Sûriyê derkevin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kantona Efrînê teqîn: 8 kuştî û 30 birîndar
    Kantona Efrînê bangî civaka navneteweyî kir: Zextê li Tirkiyeyê bikin
    PYD: Li Efrînê di bombebarana artêşa tirk de sivîlekî jiyana xwe ji dest da
    ROJAVA - Artêşa Tirkiyê Efrînê topbaran dike
    Leşkerên tirk gule bera ser şêniyên Efrînê dan: 5 birîndar
    Etîketan:
    Şehba, Protesto, Xwepêşandan, Efrîn, Kobanî, Sûriye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de