11:39 24 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa tirk êrişî gundên Ezaz û Efrînê kir - Bombekirin

    Li ser sînorê Tirkiyeyê bi hev ketin; 40 kuştî

    © Foto: AA/Izzet Mazi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 286 0 0

    Li ser sînorê Tirkiyeyê li bajarê Ezazê, şerê di navbera komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de giran dibe û heta niha zêdeyî 40 kesî ji herdu aliyan hatine kuştin.

    Li gorî agahiyên hêrêmî, şerê di navbera komên Ehrar El-Şam û Cebhe El-Şamê ku beriya demekê li bajarê Ezazê derketibû, her diçe gurtir dibe û di encama de heta niha zêdeyî 40 kesî ji herdu aliyan hatine kuştin.

    Ji aliyê din ve, li gorî agahiyên ku ji heman çavkaniyan hatin wergirtin, di encama van pevçûnan de zêdeyî 18 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 23 kesên din jî birîndar bûne.

    Di vê navberê de hat zanîn ku koma Ehrar El-Şam êrîşî deriyê sînorî yê Bab El-Selamê ku di destê Cebhet El-Şamê de ye kir. Li ser vê êrîşê Tirkiyeyê derî ji aliyê xwe ve girt.

    Duh jî li herêmê 2 êrîşên xwekuj rû dan. Di encamê de 26 endamên Ehrar El-Şamê hatin kuştin û 58 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

    Herwiha van koman bi dehan şêniyên Ezazê û zarokên wan kuştine, koçber kirin û înfaz kirine.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li ser sînor şer: 7 leşker hatin kuştin!
    Li ser kontrola derîyê sînor bi hev ketin
    HSD: Li hemberî DAIŞiyên ku ji Mûsilê birevin, me tedbîr li ser sînor standiye
    Bi hezaran rojavayî li ser sînor, Tirkiye protesto kirin
    Li ser xeta sînor ya Kilîsê teqîn çêbû
    Etîketan:
    komên Ehrar El-Şam û Cebhe El-Şamê, înfaz, Êriş, birîndar, Şer, kuştî, Azez
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de