16:01 20 Îlon 2017
Zindî
    Abdullah Gul

    'Divê Tirkiye ji zemîna 15ê Tîrmehê were derxistin'

    © Foto: aa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul xwest ku Tirkiye ji zemîna hewildana darbeya 15ê Tîrmehê bê derxistin.

    Serokomarê 11emîn Abdullah Gul li Stenbolê beşdarî vekirina Komeleya Kalîteyê (KalDer) bû û li wir li ser rojevê bersiva pirsên rojnamevan Alî Çagatay da.

    Gul li ser xerabûna têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re destnîşan kir ku divê ew li gor berjewendiyên xwe li meselê binêrin û wiha axivî:

    "Min ev mijar li dema serokomariya xwe, di civînên dualî yên bi serokomarên mûxatabên xwe re de eşkere anîye ziman. Armanca eslî ne endambûna yek ji 27-28 welatên YEyê ye, pirs ew e ku em bibin welatekî di wê astê de. Heger hûn vê yekê wekî tawîz û tetmînkirina Ewropîyan binirxînin hûnê tê de şaş bibin."

    Serokomarê berê yê Tirkiyê berdewama rewşa piştî hewildana 15ê Tîrmehê rexne kir û got, ‘Êdî divê 15ê Tîrmehê li paş xwe bihêlin. Helbet pêwîste bi awayekî bihêz prosesa hiqûqî li ser kesên ev xerabîya mezin bi Tirkiyê kirine bê meşandin. Lê divê Tirkiyê ji vê zemînê jî bê derxistin.'

    Bi heman mijarî:

    HDPê komîsyona darbeyê terikand
    Yildirim: "YE peşî bila dev ji axaftina devokê terorîstan berde"
    Wezîrê Derve yê Almanyayê Steinmeier li Enqereyê ye
    Wezîrên YE: Divê mizakereyên bi Tirkiyeyê re berdewam bikin
    Kurtulmuş: "YE dixwaze bi raportan Tirkiyeyê têxe nava guvaşan"
    Etîketan:
    Hewildana Darbeya 15ê Tîrmehê, Abdullah Gul, Yekîtiya Ewropayê, Stenbol, Tirkiye, Tirkiye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de