14:40 22 Îlon 2017
Zindî
    Keştiya şer a Amiral Kuznetsov

    Şoygu: "Jetên rûsî ku ji Kuznetsovê radibin li Sûriyeyê terorîstan bombebaran dikin"

    © REUTERS/ Norwegian Royal Airforce
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand jetên ku ji keştiya Amiral Kuznetsovê radibin li Sûriyeyê baregehên terorîstan bombebaran dikin.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand jetên ku ji keştiya Amiral Kuznetsovê radibin li bajarê Idlib û Hûmsê yên Sûriyeyê baregehên terorîstan bombebaran dikin.

    Sergey Şoygu di berdewamiya axaftina xwe ya civîna bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de got: "Îro berê sibehê balafirên rûsî li hemberî çeper û baregehên rêxistina terorîst a DAIŞê û Fetih El Şamê (El Nûsra) yên bajarê Idlib û Hûmsê operasyonek berfireh hat lidarxistin."

    ​Li gorî daxuyaniya wezîrê rûsî Şoygu, di operasyonê de keştiya Amiral Grîgorovîç ku moşekên kruz ên modela Kalibre li ser in, keştiya pergala moşekên Bastîon û keştiya balafir a Amiral Kuznetsov cih girtin.

    Şoygu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Amiral Kuznetsov, di dîroka filoya rûsî de ev cara yekemîn e ku tevlî çalakiyên şerî dibe."

    ​Wezîrê rûsî got: "Keştiya Amiral Grîgorovîç li gorî doneyên îstîxbaratî ku berê bi dest xistibûn moşekên kruz avêtin çeper û baregahên terorîstan." Li gorî daxuyaniya Şoygu, di hedefa moşekên artêşa rûsî de febrîqe û baregehên kîmyewî yên rêxistinên terorî hebûn.

    Sergey Şoygu di dawiya axaftina xwe de got: "Di hedefa me de, depoyên cebilxane, kampên perwerde yên milîtanan û febrîqayên ji bo çêkirina madeyên kîmyewî hebûn. Operasyonên me yên li hemberî baregeh û febrîqeyên hilberîner ên terorîstan wê berdewam bin."

     

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: "Li Sûriyeyê 12 hezar kîlometrokare ji terorîstan hat paqijkirin"
    Şoygu: "Hûnê bi terorîstan an jî bi Rûsyayê re tekoşînê bikin?"
    Şoygu: "2 hezar milîtan bi 45 wesayîtan heremên sivîl bombebaran kirin"
    Şoygu: "Em operasyonên xwe yên li Helebê îro radiwestînin"
    Şoygu: "Rûsya, piraniya axa Sûriyeyê ji destê terorîstan derxist"
    Etîketan:
    Fetih El Şamê (El Nûsra), Rêxistina terorîst a DAIŞê, Keştiya Amiral Kuznetsov, Wezîrê Parastin ê Rûsyayê, Sergey Şoygu, Deryaya Spî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de