17:25 26 Îlon 2017
Zindî
    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm

    Necmedîn Kerîm: Heşdî Şabî beşdarî operasyona Hewîceyê dibe

    © Foto: Public Domain / Kerkûk
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7710

    Necmedîn Kerîm diyar kir ku şerê Mûsilê rojeva serxwebûnê paş xistiye û li ser operasyona rizgarkirina Hewîceyê got, 'Dê hêzên Heşdî Şabî beşdar bibin.'

    Parêzgarê Kerkukê Necmedîn Kerîm di semînera Peymangeha Washingtonê a Polîtîkayên Rojhilata Navîn ku li Washingtonê hat lidarxistin de axivî û got, 'Bexdayê heta niha bersiveke erênî nedaye mijara serxwebûnê. Operasyona Mûsilê rojeva serxwebûna Herêma Kurdistanê paş xistiye. Heger Iraqa federal hebe, dê yekparçebûn bê parastin.'

    'SERDANA BARZANÎ BO BEXDAYÊ GIRÎNG BÛ'

    Parêzgarê Kerkukê li ser dahatuya Herêma Kuridstanê-Iraqê û serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Bexdayê got, "Serdana Serok Barzanî ya Bexdayê ji bo her du aliyan jî giring bû. Amerîkayê jî di vê serdanê de roleke giring lîstibû. Beriya wê jî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî çûbû Bexdayê û herwiha Ebadî hate Hewlêrê. Di hevdîtinan de biryar hatibû dayîn ku hemahengiya di navbera aliyan de zêdetir be."

    Li gor nûçeya Rûdawê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li hêviyê ye ku mijara serxwebûna Kurdistanê bê pêşiya wî û Serok Barzanî jî dixwaze vê mijarê ligel Bexdayê gotûbêj bike û her du alî li ser vê yekê kar bikin.

    BEXDAYÊ BERSIVEKE ERÊNÎ NEDAYE KURDAN

    Kerîm daxuyakirin, "Bexdayê heta niha bersiveke erênî nedaye vê mijarê. Li gel vê yekê jî operasyona Mûsilê ev mijar paş xistiye."

    Parêzgarê Kerkûkê eşkere kir ku eger weke di destûrê de hatiye nivîsandin, di rastiyê de Iraqeke federal hebe, hingî dê yekparçebûna axa Iraqê bê parastin.

    'DÊ HEŞDÎ ŞABÎ BEŞDARÎ OPERASYONA HEWÎCE BIBE'

    Kerîm li ser operasyona Hewîceyê da zanîn, ji bo rizgarkirina vê navçeyê pêwîstî bi hemahengiya hêzan heye û dibe ku Hêzên Pêşmerge ji rojhilat û başûr ve, hêzên Heşda Şeibî jî ji rojava û bakur ve beşdarî vê operasyonê bibin ku niha ev operasyon jî ji ber şerê Mûsilê hatiye paşxistin.

    Bi heman mijarî:

    Necmedîn Kerîm: Çûna Bexdayê ne çareserî ye
    Necmedîn Kerîm: 'Tu eleqeya me bi Bexdayê re nema'
    Necmedîn Kerîm gefa ragihandina xweseriya Kerkûkê xwar
    Berî Mûsilê, Hewîce dê ji DAIŞê were rizgarkirin
    DAIŞê li Hewîce ji malbatekê 4 kesan darvekir
    Etîketan:
    Hewîce, Semînera Peymangeha Washington a Rojhilata Navîn, Necmedîn Kerîm, Parêzgarê Kerkukê, Haşdî Şabî, Hewlêr, Bexda, Mûsil, Rojhilata Navîn, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de