11:37 21 Îlon 2017
Zindî
    Koçberiya sivîlan - Operasyona Mûsilê

    Şêxê erebên Mûsilê: Em dixwazin bi Hewlêrê ve bên girêdan

    © Foto: Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Şêxê ereban ê ku li Mûsilê ji DAIŞê re bîat kiribû, piştî rizgarkirina deşta Nînowayê ragihand, ew dixwazin bi Herêma Kurdistanê ve bê girêdan.

    Şêxê êşîra El Tey Sifugî Hemadî Elheneş ku yek ji serokê eşîrên navçeya Tîregelî ya parêzgeha Nînowa ye di hevpeyvîneke rojnameya Basê de da zanîn ku ew ji ber gefên kuştinê yên DAIŞê neçar mane bi gotina wan bikin.

    'ARTÊŞA MALÎKÎ JI BER 300 DAIŞIYAN REVIYA'

    Hemadî Elheneş got, "Zêdetir ji 50 hezar çekdarên artêşa Malikî li Mûsilê bûn û li hember 200 yan 300 çekdarên DAIŞê xwe ranegirtin û reviyan, gelo ez dikarim beramber DAIŞê bi tenê rawestim? Bi piştrastî nexêr. DAIŞ awayê kuştin û terorkirinê li hember hemû eşîretan bikar anî."

    'EM SPASÎYA KURDISTANÊ DIKIN'

    Serokeşîrê ereb piştî rizgarkirina deşta Nînowayê ji aliyê Pêşmerge ve pesnê awayê pêşwazîkirina Herêma Kurdistanê da û wiha axivî:

    "Me pir kes dîtin, ez spasiya hemu rêveberiya Kurdistanê dikim. Nasnameya me li ser Guwêr-Mexmûr û Hewlêre ye, li vê derê ji me re gotin xwe wek koçber nebînin û hûn li parêzgeha xwe ne."

    'SERBILIND IM KU LI SER HEWLÊRÊ BIM'

    Elheneş di beşeke din a hevpeyvînê de behsa zilma DAIŞê ya li ser niştecihên Mûsilê û kuştina serokeşîrên ku bîat li DAIŞê nekirine dike û dibêje, niha tenê cihekî bi ewle ji bo me heye, ew jî Herêma Kurdistanê ye.

    "Niha tenê cîhekî saxlem û seqamgîr heye, ew jî Herêma Kurdistan e, ez serbilind im ku li ser Hewlêrê bim û em bibin beşek ji Herêma Kurdistanê. Proje û hindek milkê me li Mûsilê heye, piştî DAIŞê ez û kesûkarên xwe wê hesabê xwe li wê derê zelal bikin û piştre emê bên li Hewlêrê bijîn. Niha dema mirov tê Hewlêrê şebek, tirkmen, mesîhî hemûyan dibîne ku hemû ji Mûsilê hatine."

     

    Bi heman mijarî:

    Cebar Yawer: Karê Pêşmergeyan di operasyona Mûsilê de bidawî bû
    Di operasyona Mûsilê de 2 rojnamevan hatin kuştin 14 jî birîndar bûn
    Waliyê Mûsilê: "Bexdadî şerê Mûsilê kordîne dike"
    47 hezar kes neçar mane ji Mûsilê birevin
    Artêşa Iraqê kete 3 taxên nû yên Mûsilê
    Etîketan:
    Şêxê êşîra El Tey Sifugî Hemadî Elheneş, Şêxê Ereb, Herêma Kurdistanê, herêma babê, Mûsil, Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de