04:31 24 Îlon 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Yildirim, di 5 û 6ê Berfenbarê de diçe Rûsyayê

    © Foto: AA/ Elif Öztür
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Hat ragihandin ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di 5 û 6ê Berfenbarê de ji bo hinek pêwendiyan wê serdana paytextê Rûsyayê ya Moskovayê bike.

    Bernameya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim a Rûsyayê diyar bû. Yildirim di 5 û 6ê Berfenbarê de ji bo hinek pêwendiyên navbera Tirkiye û Rûsyayê serdana Moskovayê dike.

    Binali Yildirim li Moskovayê wê bi hemkarê xwe yê rûsî Dmitriy Medvedev re hevdîtinekê pêk bîne. Di rojeva Yildirim û Medvedev de di serî de têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Iraq, Sûriye û pirsgirêkên herêmê cih digirin.

    Li gorî zanyariyên berdest, Serokwezîr Yildirim di hevdîtina hemkarê xwe yê rûsî de îtxalata fêkî û sewze, mûafiyeta vîzeyê, di 6 beşan qedexeya ser şirketên tirk, astengiyên li hemberî xebitandina karmendên tirk û peymana bazirganî ya serbest jî di rojeva wî de heye.

    Hat ragihandin ku di serdana Yildirim de wê mijara Herka Tirk jî were nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    Medvedev û Yildirim bi riya telefonê hevdîtin pêk anî
    Rûsya û Tirkiye, di mijara Mûsilê de tim di pêwendiyê de ne
    Meşkov: "Rûsya û Tirkiye dê vegerin trafîka hevdîtinan a berî krîzê"
    Lavrov: "Rûsya, Tirkiye, Amerîka û Siûdî roja şemiyê ji bo Sûriyeyê dicivin"
    'Nêzîkbûna Rûsya û Tirkiye bingeha çareseriya şerê Sûriyeyê ava dike'
    Etîketan:
    Serdana Yildirim a Rûsyayê, Serokwezîrê Rûsyayê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Dmitriy Medvedev, Binali Yildirim, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de