09:57 21 Îlon 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Yildirim: "YE peşî bila dev ji axaftina devokê terorîstan berde"

    © Foto: AA/ Ahmet İzgi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1801

    Serokwezîr Binali Yildirim di axaftina xwe ya grûba parlamentoyê de ragihand ku Yekîtiya Ewropayê pêşî bila dev ji axaftina devokê rêxistinan berde.

    Serokwezîr Binali Yildirim di axaftina xwe ya grûba parlamentoyê de got: "Dostên me yên Yekîtiya Ewropayê di 15ê Tîrmehê de helwesta xwe nîşan nedan. Her tişt li ber çavên dinyayê qewimî. Bi rastî ku baweriya we bi azadî û demokrasiye hebû wê ev tekoşîna destanî ya vî miletî li şipiya li çepka bidana. Yên ku himêza xwe ji PKKê û ji FETO re vedikin nikarin eyarê bidin Tirkiyeyê."

    MILETÊ ME DÎREKTÎFÊ JI KESÎ WERNAGIRE

    Binali Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pêşî bila Yekîtiya Ewropayê dev ji axaftina devokê terorîstan berde, bila dev ji piştgiriya grûbên baskê rêxistin ên siyasî berde. Êdî divê terciha xwe bike wê bi Tirkiyeyê re bimeşe an jî bi dijminê Tirkiyeyê re wê bimeşe. Ev welat ji tu dewletan dîrektîfan wernagire û bi rêliberxistina tu dewletekê hereket nake. Ji xeyrî miletê me pêwistiya bi dîrektîfa tu kesî tuneye."

    MILETÊ ME WÊNEYÊN WAN Ê GRÛBA HDPÊ JIBÎR NAKE

    Yildirim di dirêjiya axaftina xwe de got: "Raporta dawî ya ku Yekîtiya Ewropayê ku hat belavkirin me hem bêkêf û hem jî xemgîn kir. Armanca xwe derbas kiriye û em wekî Tirkiyeyê vê qebûl nakin. Di tekoşîna dijî terorîzmê me xwest Yekîtiya Ewropa li kêleka me cih bigire, ne li kêleka terorîstan. Biryara girtina parlamenteran bi temamî kare darezayê ye û her tişt di çarçoveya qanûn û hiqûqê de birêve çûye. Milete me wêneyê trajîkomîj ê wan balyozan ku li grûba HDPê kişandin qet jibîr nake."

     

     

     

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Yildirim. "Emê bi MHPê re Destûra Bingehîn biguherînin"
    Bahçeli ji bo hevdîtina bi Yildirim re çû Koşka Çankayayê
    'Serokwezîr Yildirim wê serdana Moskovayê bike'
    Ayhan Bilgen bersiva Binali Yildirim da: Bilindkirina destan weke xebata Meclîsê dibînin
    Yildirim: "Daxuyaniyên Bahçeli yên serokatiyê hêviyê didin"
    Etîketan:
    Yekîtiya Ewropayê (YE), HDP, FETO/PDY, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de