04:29 21 Îlon 2017
Zindî
    Kampa Başîqayê

    Iraq: Heke rêyên dîplomatîk biqedin emê bi leşkerî mudaxeleya Tirkiyeyê bikin

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 306 0 0

    Krîza Kampa Başîqa ya navbera Bexda û Enqereyê bi daxuyaniyên beramberî hev didomin. Parlamentoya Iraqê bikaranîna hêza leşkerî anî rojevê.

    Krîza Kampa Başîqa ya navbera Bexda û Enqereyê bi daxuyaniyên beramberî hev didomin. Parlamentoya Iraqê bikaranîna hêza leşkerî anî rojevê.

    Endamê Komîteya Parastin a Meclisa Nûnerên Iraqê Muwaffaq El Rûbaî bertek nîşanî hebûna leşkerên tirk a Kampa Başîqayê da û got: "Di çarçoveya operasyona li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê de parlamentoyê ji bo parastina sînorê Mûsilê li hemberî dewletên biyanî biryarek stand."

    Li gorî nûçeya malpera IraqiNews.comê El Rûbaî got: "Ji bo astengkirina Tirkiyeyê heke hemû rêyên dîplomatîk biqedin hikûmeta Iraqê ji bo destdirêjiya axa me wê mudaxeleya leşkerî li hemberî Enqereyê bikar bîne."

    TIRKIYE BI AGIR DILÎZE

    El Rûbaî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hefteya pêşiya me Enqere wê mahzuvaniya konferanseke operasyona Mûsilê bike. Tirkiye beyî destûra hikûmeta Iraqê nikare li ser rizgarkirina Mûsilê konferansan lidar bixe û ev lîstina bi agir e."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Berevaniya DYAyê Carter: Tirkiye û Iraq di mijara operasyona Mûsilê de lihev kirin
    Îran: Em dixwazin têkiliyên Tirkiye bi Iraq û Rûsyayê re baş bibin
    Konsolos Selcen: "Dibe mijara Iraq û Sûriyeyê dawiya Komara Tirkiyeyê bîne"
    Elawî: "Divê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de diyalogeke erênî hebe"
    Amerîka navbeynkariya Iraq û Tirkiyeyê dike
    Etîketan:
    Hebûna leşkerên tirk li Kampa Başîqayê, Endamê Komîteya Parastin a Meclisa Nûnerên Iraqê, Muwaffaq El Rûbaî, Kampa Başîqayê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de