03:08 23 Îlon 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş di hicreyê de bi tenê dimîne

    © AFP 2017/ OZAN KÖSE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Li gorî daxuyaniya parêzar, Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li girtîgeha Edirneyê di hicreyekê de bi tenê dimîne.

    Parêzerên Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş li girtîgeha Edirneyê serdana wî kirin û dan xuyakirin ku Demirtaş di rewşa tecrîdê de ye.

    Parêzer û parlamentera berê Aysel Tugluk duhî êvarê di girtîgeha Edirneyê de bi Selahettin Demirtaş re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê Tugluk da xuyakirin ku Demirtaş di hicreyê de bi tenê tê hîştin û daxwaz kirine ku bi Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Abdulah Zeydan re bihev re bimînin.

    Tugluk got ku hevdîtineke berfireh bi Demirtaş re pêk aniye û piştî nirxandinên dezgehên partiyê ewê daxiyaniyek berfireh bidin.

    Parêzera Demirtaş da zanîn ku rewşa tendirustiya wî baş e û niha naxwaze rewşa tecrîd û zindankirina wî zêde were rojevê.

    Bi heman mijarî:

    Îtiraza ji bo girtina Demirtaş hat red kirin
    Parêzerê ku serdana Demirtaş kir hat binçavkirin
    Parlamenterê almanî ji bo Erdogan û Demirtaş anket çêdike
    Demirtaş ji parêzerê xwe daxwazeke balkêş kir!
    Li Demirtaş, Baluken û Tanrikulu doza Hurşît Kulter hat vekirin
    Etîketan:
    Girtîgeha tîpa F a Edirneyê, Girtina hevserok û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Abdulah Zeydan, Aysel Tugluk, Selahettin Demirtaş, Edirne, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de