10:26 20 Îlon 2017
Zindî
    AKP

    Li Wanê bi bombeyê êrişî avahiya AKPê kirin

    © Foto: Fib Haber
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 637 0 0

    Li Wanê bi bombeya destan êrişî avahiya AKPê yê Şaxa navçeya Muradiyeyê kirin.

    Serokê AKPê yê Şaxa navçeya Muradiyeyê Îbrahim Vanli di daxuyaniya xwe ya rojnamevanan de ragihand ku êriş berê sibehê seet li dora 03.00an pêk hatiye.

    Îbrahim Vanli di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di dema êrişê de ji bo ku tu kes di avahiyê de tunebû pêşî li facîayekê girt. Piştî nîv seetê xebera me jê çêbû. Li binê avahiya me firûna nan heye pêşî ew pê hisiyane û dengê teqînê bihîstine, lê tu kes nedîtine.

    Vanli di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî ku hêzên ewlehî xeber dane min, ez ji mala xwe ya taxa Açikyolê hatim. Li beşa ku êrişa bombeyî pek hatiye kameraya me xerebebû lewma tu dîmên negirtine. Me sîstema kamerayê hê nû saz dikir, lê kameraya me ya nava hûndirû dixebite û dîmênan digire. Bombeya desta ku hatiye avêtinê rastî cihê ku karmendên me wekî metbexê bikar tînin hatiye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    CHP: AKP bi girtina parlamentaran xizmeta terorê dike
    Turk: ‘AKP wê di polîtîkaya şer de bi israr be'
    Kamuran Yuksek: ‘AKP dixwaze rejîma dîktatoriyê ava bike'
    Banga çekdarbûna AKP’yîyan kir, ji FETO’yê hat girtin
    Etîketan:
    Êrişa bombeyî, Serokê AKPê yê Şaxa Muradiyeyê, Îbrahîm Wanli, Wan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de