14:41 19 Îlon 2017
Zindî
    mitînga HDP - DBP - KCD - KJA li Amedê

    HDP wê biryara parlamentoyê ji gel bipirse

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    HDP ya ku piştî hevserok û parlamenterên wê hatin girtin, biryar da ku beşdarî xebatên parlamentoyê nebin, ji bo ku vê biryarê mayînde bike an neke wê di pêvajoya pêş de bi civînên wê ji gel bipirse.

    HDP piştî nîqaşên di nava rêveberiya xwe de di derbarê beşdarbûn an jî berşdarnebûna xebatên parlamentoyê de wê di pêvajoya pêş de biryara xwe bide. HDP dê vê biyarê jî bi civînên gel, ji gel bipirsê.

    Hat ragihandin ku mijara beşdarbûna an jî beşdarnebûna HDPê ji bo xebatên parlamentoyê, di nava rêveber û alîgirên de bû sedema du nêrînên cuda. Hat diyar kirin ku hinek HDPyî piştgiriya biryarê dike lê hinek jî rexne dikin û dibêjin ev biryar wê HDPê li derveyî siyasetê bihêle.

    Hat hîn bûn k udi civîna Desteya Rêveberî ya Navenda (MYK) HDPê de di derbarê beşdarbûna xebatên parlamentoyê de biryar hat girtin ku mijarê bi civînên gel, ji gel were pirsîn. HDP di vê çarçoveyê de wê heta destpêka sala 2017a bi rêxistinên xwe yên herêmî civînan lidar bixe û wê li gorî daxwaza dengdêrên xwe tev bigere.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Rejîm biguhere dê xeta polîtîkaya navnetewî jî biguhere
    HDP: 'Plana Byê ketina partiya me ye'
    HDP: Gel çawa bixwaze wê wisa bibe
    Kurdên Kurdistana Îranê: HDP ne bi tenê ye
    HDP: Em ê xebata xwe ya qanûndanînê rawestînin
    Etîketan:
    pirsîn, lidarxistin, civînên gel, biryar, Parlamentoya Tirkiyayê, HDP
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de