16:43 18 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Îtiraza ji bo girtina Demirtaş hat red kirin

© REUTERS / Ümit Bektaş
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Îtiraza parêzerê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ê ku di 4ê Mijdarê de ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ve hatibû girtin, ya ji bo girtina wî hat red kirin.

Parêzên Demirtaş ji bo biryara nependîtî ya li ser dosyeya girtin û lêpirsînê serî li 3yemîn Dadgehiya Ceza ya Sulhê ya Amedê dan. Dadgehiyê di biryara xwe ya li ser îtirazê de diyar kir ku biryara girtinê li gorî yasayê ye. Di biryarê hat gotin ku di biryarê de tu bêîsabetî nehatiye dîtin û biryara hatiye dayîn li gorî ûsil û yasayê ye û îtiraza li dijî biryarê hat red kirin.

Parêzerê Demirtaş Mahsuni Karaman anî ziman ku dadgeh li gorî Yasaya Muhakemeyên Destûra Bingehîn û Cezayê divê hinceta her biryarên xwe eşkere bikin û got 3yemîn Dadgehiya Cezaya Sulhê ya Amedê bêhincet îtiraz red kiriye. Karaman dest nîşan kir ku em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn jî bidin.

Bi heman mijarî:

Parêzerê ku serdana Demirtaş kir hat binçavkirin
Parlamenterê almanî ji bo Erdogan û Demirtaş anket çêdike
Demirtaş ji parêzerê xwe daxwazeke balkêş kir!
Ji ber Demirtaş li Edirneyê çalakî hatin qedexekirin
Etîketan:
redkirin, îtiraz, girtin, Dadgeha Cezaya Sulhê ya Amedê, Parêzerê Demirtaş, Hevserokê HDPê, Mahsunî Karaman, Selahattin Demirtaş, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de