12:23 19 Tebax 2017
Zindî
    leşkerên tirk-tirk

    DAIŞ êrişî leşkerên tirk kir: 6 birîndar

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 289 0 0

    Operasyona Mertala Firatê ku bi piştgiriya Artêşa Tirkiyeyê û ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) pêk tê dewam dike. Hate ragihandin ku DAIŞê bi topên hewanê êrişî ASAyê kiriye û di encamê de 2 leşkerên tirk û 4 jî endamên ASAyê birîndar bûne.

    Operasyona Mertala Firatê bi piştgiriya Artêşa Tirkiyeyê ve ket roja 82yemîn û pêşveçûna ASAyê ya ber bi Babê ve dewam dike. Hate diyarkirin ku terorîstên DAIŞê bi topên hewanan êrişî leşkerên tirk û mîlîtanên ASAyê kirine û di encamê de jî 2 leşkerên tirk û 4 mîlîtanên ASAyê birîndar bûne.

    Hate eşkere kirin ku 2 ji wan leşkerên tirk 6 kes ji bo dermankirinê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Kilisê. Hate ragihandin ku rewşa birîndaran başe.

    Bi heman mijarî:

    ASAyê bajarokê Dabiqê ji destê DAIŞê deranî
    ASAyê li Raiyê 12 gund ji destê DAIŞê deranîn
    22 çekdarên ASAyê bo dermankirinê birin Kilisê
    Etîketan:
    dewam, leşker, birîndar, operasyon, êriş, DAIŞ, El Bab, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de