03:54 21 Tebax 2017
Zindî
    YPG

    Pêşveçûna Şervanên Xezeba Firatê dewam dike: 2 gund û 3 mezra hatin rizgarkirin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 222 0 0

    Hate ragihandin ku Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê 2 gund û 3 mezrayên din jî ji rêxistina terorîst DAIŞê rizgarkirine.

    Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin wergirtin di hemleya Xezeba Firatê de Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li eniya Eyn Îsayê li ser her du baskan bi 3 kîlometro bi pêşveçûne û 2 gund û 3 mezre ku 7 kîlometro dikeve bakur û rojhilatê Eyn Îsayê ji DAIŞê rizgarkirine.

    Herwiha hat diyarkirin ku Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li gund û mezrayan de dest bi lêgerînê kirine.

    Di dema pêşveçûyîna şervanan ber bi mezreya Jadou Alamaara ve terorîstên DAIŞê bi wesayîtên bombebarkirî xwestin êriş bikin. Lê êrişa DAIŞ hatiye pûçkirin.

    Hemleya rizgarkirina Reqqayê didome bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    ‘Di Operasyona Reqqayê de heta niha hêzên me 14 km pêşve çûne'
    DYA ji bo operasyona Reqqayê: Em bi kêfxweşî pêşwazî dikin
    HSD: Operasyona Reqqayê bi navê Xezeba Firatê dest pê kir
    '30-40 hêz wê beşdarî operasyona Reqqayê bibin'
    YPG: Em bi ti awayî qebûl nakin ku Tirkiye di operasyona Reqqayê de cî bigire
    Etîketan:
    DAIŞ, pêşveçûn, rizgarkirin, operasyon, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de