12:57 21 Tebax 2017
Zindî
    Irak'taki Nemrud antik kenti

    Bajarê Kevnare Nemrûd ji DAIŞê hat rizgarkirin

    © AFP 2017/ Archive
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7310

    Di navbera Artêşa Iraqê û rêxistina terorîst DAIŞê de ev meheke ku li bajarê kevnare Nemrûd û derdora wê de şerên dijwar diqewimin. Hate ragihandin ku bajêr îro sibê ji DAIŞê bi temamî hatiye paqijkirin.

    Bajarê kevnare Nemrûd ku 30 kîlometro dûrî bajarê Mûsilê ye îro sibê ji rêxistina terorîst DAIŞê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hat rizgarkirin. Hêzên Iraqê mehek berê ketibû bajêr û şerên dijwar li bajêr diqewimîn.

    ALÊN RÊXISTINÊ HATIN HILWEŞANDIN

    Daxuyaniya ku ji Artêşa Iraqê ve hat dayîn, hêzên zirxî yê 9mîn bajarê Nemrûd ji DAIŞê rizgar kirine û alên rêxistinê jî ji bajêr hatine hilweşandin.

    BI DOZERAN WÊRANKIRINE

    Gelek berhemên dîrokî li bajêr hene û di navbera salên 1845-1851an ji aliyê Austen Henry Layard ve hatin dîtin.

    Berhemên dîrokî ku li bajêr ji aliyê rêxistina terorîst DAIŞê ve hatine wêrankirin. Wezareta Arkeolojî û Tûrîzmê ragihand ku DAIŞê çiqas xesar daye bajêr niha nizanin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê kete 3 taxên nû yên Mûsilê
    Artêşa Iraqê taxeke din li Mûsilê stend
    Pêşveçûna Artêşa Iraqê ya li Mûsilê dewam dike
    Artêşa Iraqê taxa Sedam a Mûsilê rizgar kir
    Artêşa Iraqê li Mûsilê taxa stratejîk bidest xist
    Etîketan:
    paqij, DAIŞ, kevnare, bajêr, daxuyanî, Nemrûd, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de