02:12 18 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    Waliyê DAIŞê Ebû Telhe El Ensarî hat kuştin

    © Foto: K24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 255710

    Li gorî zanyariyên berdest, waliyê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebû Telhe El Ensarî û cîgirê wî bi rêya bombeyeke çandî hatin kuştin.

    Li gorî çapemeniya Iraqê hin kesên nenas bombeyek di nav wesayîta waliyê DAIŞê li bajarê Diyala yê bi navê Ebû Telhe El Ensarî çandibûn, di encam de ew û alîkarekî xwe hatin kuştin.

    Ji destpêka operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ve gelek rêvebir û berpirsên rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê têne kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê gelek rêvebir û fermandarên rêxistina terorîst a DAIŞê hatine kuştin û gelek ji wan ku serokê rêxistinê Ebûbekir Bexdadî jî di nav de ji Mûsilê reviyane.

    Bi heman mijarî:

    TEV-DEM: Kesên dixwazin ereb ji hêzên me veqetin, piştgiriya DAIŞê dikin
    DAIŞê bangî milîtanên xwe yên Tirkiyeyê kir: AKPyiyan bikujin
    NY: “DAIŞê, li nêzî Mûsilê serê 6 milîtanên xwe jê kir”
    Obama ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê budçe xwest
    DAIŞê bi îdiaya 'sixûrtiyê' 30 sivîl kuştin
    Etîketan:
    Kuştina waliyê DAIŞê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Ebûbekir El Bexdadî, Ebû Telhe El Ensarî, Diyala, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de