11:06 20 Tebax 2017
Zindî
    Milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad - ASA

    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) nêzî El Babê bû

    © Foto: AA/ Majd Halabi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 63 0 0

    Di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de çekdarên Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) ku ber bi navçeya Dabiqê ve bi pêş dikevin 2 kîlometroyan nêzî El Babê bûne.

    Artêşa Sûriyeya Azad di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de gihîşte merhaleya ku navçeya El Babê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar bike. Hat ragihandin ku çekdarên ASAyê bi pêş ve diçin û 2 kîlometroyan nêzî navçeya El Babê bûne. Navçeya El Babê li ser rêya herêma Dabiqa ku ji bo rêxistina terorîst a DAIŞê pîroz e.

    24 HEDEF HATIN ÎMHAKIRIN

    Di roja 82yemîn ya Operasyona Mertalê Firatê de 24 navêndên aîdî rêxistina terorîst a DAIŞê bi top û hawanan hatin îmhakirin. Di çarçoveya operasyonan de Artêşa Sûriyeya Azad kontrola 195 tax û herêman bi dest xist.

    Operasyona Mertalê Firatê ku bi piştgiriya Hêzên Çekdar a Tirkiyeyê ve 82 roj in birêve diçe kontrola 195 tax û herêman kete destê ASAyê û hezar û 560 kîlometrokare ji terorîstên DAIŞî hat paqijkirin. Herwiha di şer û pevçûnan de 2 çekdarên ASAyê jiyana xwe ji dest dan û çekdarek jî birîndar bû.

    Bi heman mijarî:

    6 çekdarên ASAyê rakirin nexweşxaneyên Kilîsê
    ASAyê bajarokê Dabiqê ji destê DAIŞê deranî
    ASAyê li Raiyê 12 gund ji destê DAIŞê deranîn
    22 çekdarên ASAyê bo dermankirinê birin Kilisê
    Fermandarê ASAyê: Tenê Tirkiye xwedî li me derdikeve
    Etîketan:
    ASA, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona Mertalê Firatê, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de