18:31 20 Tebax 2017
Zindî
    Keştiya balafirên şer Amiral Kuznetsov

    Jetên keştiya Kuznetsovê li Sûriyeyê dest bi firînê kirin

    © AP Photo/ File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Jetên keştiya Amiral Kuznetsove ku gihîşte peravên Sûriyeyê, dest bi firînên çavdêrî yên herêma Sûriyeyê kirin.

    Fermandarê keştiya balafirên şer a Amiral Kuznetsovê Sergey Artamonov di daxuyaniya xwe de ragihand ku jetên keştiya Kuznetsovê ku gihîşte peravên Sûriyeyê li herêmê dest bi firînên ceribandin û çavdêriyê kirin.

    Fermandarê keştiya balafirên şer a Amiral Kuznetsovê Sergey Artamonov di hevpeyvîna xwe ya televizyona Rossiya 1ê ya dewleta rûsî de got: Firînên çavdêrî ev 4 roj in û her roj berdewam in û firîn ji guverteya keştiya Amiral Kuznetsovê pêk tên."

    DI FÎLOYÊ DE KEŞTIYA BI MOŞEKÊN NÛKLEERÎ JÎ HEYE

    Fîloya Başûr a Rûsyayê ku serkeşiya wê Amiral Kuznetsov dike bi grûbek keştiyên şer e ji bo tetbîqata tehdîda li ser terorîzm û korsanan çûbû Deryaya Spî. Di fîloyê de ji xeyrî Amiral Kuznetsovê keştiya moşekên nûkleerî ya Pyotr Vekîliy, noqavên Severmosk, Vice-Admiral Kulakov û keştiyên amadehiyê cih digirin.

    Bi heman mijarî:

    'Keştiya Amîral Kuznetsov a Rûsyayê, Sûriye ji êrîşên Amerîkayê parast'
    Keştiya balafiran ya Rûsyayê, Amîral Amîral Kuznetsov wê biçe Behra Spî
    Rûsya, keştiya xwe ya Amîral Kuznetsov dişîne Derya Spî
    Balafirên keştiya Kuznetsovê li qada hewayî ya Sûriyeyê difirin
    Fîloya rûs bi pêşekiya keştiya balafiran a Amiral Kuznetsovê ber bi Behra Spî ve pêş diçe
    Etîketan:
    Jetên rûsî yên keştiya Kuznetsovê dest bi firînan kirin, Filoya keştiyên rûsî, Fermandarê keştiya balafirên şer a Amiral Kuznetsovê, Sergey Artamonov, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de