11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Bexdadî - Ebû Bekir El Bexdadî

    Waliyê Mûsilê: "Bexdadî şerê Mûsilê kordîne dike"

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 89 0 0

    Waliyê Mûsilê Nofel Aqûp di daxuyaniya xwe de ragihand ku em êdî nahêlin ku herêma Nînovayê têkeve deste rêxistina terorîst a DAIŞê.

    Waliyê Mûsilê dibêje li gundê Bertile yê Başîqayê navend bo hêsankirina hatina koçberên Mûsilê danîne û Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî jî ji Mûsilê çûye, lê hê jî şerê bajêr kordîne dike.

    Nofel Agûp di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku wan li gundê Bertile yê Başîqayê navendek bo hêsankirina hatina koçberên Mûsilê danîne û bi vî rengî alîkariya koçberên ku ji deste rêxistina terorîst a DAIŞê direvin, dikin. Agûp diyar kir ku ew êdî nahêlin Mûsil û Nînowa bikeve destê DAIŞê û got: "Ez soz didim û li hember soza xwe jî berpirs im."

    Waliyê Mûsilê li ser cihê mana Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî jî axivî û got: "Li gorî agahiyên me Ebûbekir Bexdadî ji Mûsilê çûye, lê hê jî şer û pevçûnên bajarê Mûsilê birêve û kordîne dike.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê: Bexdadî ji Mûsilê reviya
    Cîgirê Bexdadî Ebû Hemze El Ensarî hat kuştin
    "DAIŞê bi ya Bexdadî kir û êrîşa Amedê pêk anî"
    Amerîka derbarê tomara dengê Bexdadî de daxuyanî da
    Piştî banga Bexdadî, li Dîlokê tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin
    Etîketan:
    Waliyê Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona Mûsilê, Ebûbekir Bexdadî, Nofel Aqûp, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de