21:29 19 Tebax 2017
Zindî
    Li Qamişloyê teqîn

    Li Kantona Efrînê teqîn: 8 kuştî û 30 birîndar

    © Foto: arta.fm
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 518 0 0

    Hat ragihandin ku li Kantona Efrînê li nokteyeke kontrolê nîzîkî Gundê Xezewê a herêma Şêrewa de teqînek pêk hat û di encamê de nêzî 8 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.

    Hat ragihandin ku li Kantona Efrînê li nokteyeke kontrolê nîzîkî Gundê Xezewê a herêma Şêrewa de teqînek pêk hat û di encamê de nêzî 50 kesî birîndar bûne.

    Li gorî zanyariyên berdest, îro berê sibehe teqînek li ser nokteke kontrolê nêzîkî gundê Xezewê girêdayî herêma Şêrewa Efrînê pêk hat û li gorî amareyên pêşî di teqînê nêzî 50 kesî birîndar bûne.

    Heta niha derbarê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane agahî nîne, lê tê gotin ku derdora 50 kesan birîndar bûne. Li gorî hin çavkaniyên xwecihî teqîn di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de çêbuye û herwiha hin çavkaniyên xwecihî yên din jî dibêjin ku wesayîteke bombebarkirî li ser rêbendeye hatiye teqandin.

    Herwiha hat ragihandin ku derdora herêma Efrînê bi top û hawanan tê bombebarankirin.

    Ji aliyê din ve derbarê wê teqînê de Heyva Sor a Kurdî di daxuyaniyekê de ragehand ku îro, firokeyên nenaskirî xala pişkinînê ya gundê Xezewiyê ser bi navçeya Şêrawe ku li bajarê Efrînê yê kirin, di encam de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û kes jî 30 birîndar bûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Tirbêspî teqîn pêk hat
    Li Mêrdînê teqîn: 3 polês birîndar bûn
    Li Hesekê teqîn
    Li Rojavayê teqîn!
    Li Rojavayê teqîn
    Etîketan:
    50 kes birîndar in, Li Kantona Efrînê teqîn, Kantona Efrînê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de