22:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê li kampa Henderatê

    Artêşa Sûriyeyê ji bo teslîmbûna cihadîstên Helebê 24 seet mawe dan

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Artêşa Sûriyeyê ji bo teslîmbûna milîtanên cihadîst ên bajarê Helebê 24 seet mawe da. Heke milîtan neçin noqteyên herî nêzîk ên artêşê û teslîm nebin dê operasyon were destpêkirin.

    Li gorî zanyariyên berdest, artêşa Sûriyeyê peyam ji telefonên cihadîst ên herêma Helebê re şandiye û bi hoparloran jî bang kiriye ku hetanî 24 seetan werin teslîm bibin, heke teslîm nebin wê bi mûeyîdeyên giran re rû bi rû bimînin û tê gotin ku hetanî 24 seetan li herêmê wê operasyona leşkeri were destpêkirin.

    HIZBULLAH JÎ AMADEHIYÊN XWE DIKE

    Ji aliyê din ve li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Sûriyeyê li rojavayê Helebê li hinek cihan bipêş ve diçe, lê li rojhilatê bajêr bi temamî operasyon rawestiyan e. Li gorî tê gotin, rêxistina Hizbullahê ji bo operasyona çoltera başûrê Helebê amadehiyan dike û dibe bi vê operasyonê bajarokê Han Tuman kontrol bike. Îhtîmal naye dayîn ku milîtanên cihadîst teslîm bibin û artêşa Sûriyeyê jî di nava vî 24 seetî de li hemberî êrişan ketiye alarmê.

    Bi heman mijarî:

    Li Helebê êrîş: 2 mirî, 10 birîndar
    De Mistura li Tehranê, Helebê gotûbêj dike
    Delîlên ku terorîstan li Helebê çekên kimyewî bikar anîtine hat dîtin
    Rûsya: "Me delîlên ku terorîstan li Helebê çekên kîmyewî bikar anîne bidest xistin"
    Rûsya: Behnvedana li Helebê ne ji bo terorîstan divê bo sivîlan bibe fersend
    Etîketan:
    Milîtanên cihadîst ên li Helebê, Rêxistina Hizbulaha Libnanê, Artêşa Sûriyeyê, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de