18:28 20 Tebax 2017
Zindî
    Qedexe

    Li Amedê çûnûhatina 8 herêmên din hat qedexekirin

    © AP Photo/ Darko Vojinovic
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest îro çend gund û taxên bi ser navçeyên Licê, Hênê û Karza yên Amedê qedexeya derketinê hat ragihandin.

    Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji ber operasyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê li 8 gund û taxên bi ser navçeyên Hênê, Karaz û Licê yên Amedê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û dê heta fermaneke nû berdewam be.

    Qedexeya derketina derve îro 13ê Mijdarê seat 05.00an dest pê kir.

    Walîtiyê di daxuyaniya xwe de got: "Di çarçoveya operasyonê de li taxên Guçlu û Gomeç yên Licê û li taxên Kirim, Gokçe, Yavan û Soylu yên Hênê û li taxên Yazikoy û Şaklat ên Karzayê ji 13ê Mijdarê saetê 05.00an heta biryarek duyem derketina kolanan hatiye qedexekirin."

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnexê qedexe ji bo hin saetan radibe
    Li Dêrsimê ji xeynî daxuyaniya çapemeniyê her tişt hatin qedexe kirin
    Li Şirnexê girtina dikanan hat qedexe kirin
    Li bajarên kurdan qedexe hê jî nehatine rakirin!
    Qedexe li Sêrtê hate dirêjkirin
    Etîketan:
    Li navçeyên Licê, Hênê û Karzayê, Qedexeya derketina derve, Daxuyaniya Walîtiya Amedê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de